Şervanê YPG’ê Newroz li Hesekê hate bibîranîn

Şervanê YPG’ê Newroz li Hesekê hate bibîranîn

Şervanê YPG’ê Newroz Mihemed Elî yê di 23’ê Adarê de jiyana xwe jidest da, ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve bi merasîmekê hate bibîranîn.

Şervanê YPG’ê Newroz Mihemed Elî yê ku di 23’ê Adarê de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û YPG’ê ve bi merasîmekê li Taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê hate bibîranîn. Merasîmê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Sedûn axivî. Sedûn diyar kir ku, gelê Kurd bi saya ’’Şehîdên’’ xwe îro gihiştiye asta azadiyê.

Li ser navê Malbata Şervanê YPG’ê Newroz Mihemed Elî birayê wî Elî Elî axivî. Elî da zanîn ku, heya azadiyê bi dest bixin ew dê li ser şopa ’’Şehîdan’’ bin.

Piştre belgeya şehadetê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve teslîmî malbata Newroz Mihemed hate kirin. Merasim bi sloganên ’’ Şehîd Namirin ’’ bi dawî bû.

Newroz Mihemed Elî di sala 1986’an de li bajarê Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê.