Şervanê YPG’ê Salih li Kobanê spartin axê

Şervanê YPG’ê Salih li Kobanê spartin axê

Li Kobanê bi hezaran kesî cenazeyê şervanê YPG'ê Osman Salih Bîskî yê ku dema ku li ser noqteya kontrolê ya bajar bi erkê parasrtinê radibû jiyana xwe ji dest da spartin axê.

Li Kobanê şervanê YPG'ê Osman Salih Bîskî yê ku dema bi erêkê xwe yê netewî radibû. Li ser noqteya kontrolê bi guleya bi şaştî ji çeka wî derketibû jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmeke hate definkirin.

Merasim li ber mala gel a Kobanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre merasîma leşkerî hatin lidarxistin. Her wiha di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin, di hemû axaftinan de komkujiya li Eşrefiyê û êrîşên li Serêkaniyê şermezar kirin. Her wiha berxwedana YPG'ê li Serêkaniyê hate silavkirin.

Piştî ku merasîm bi dawî bûn welatiyan cenaze ber bi goristana Kobanê ve birin û li wir ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.