Şervanên YPG'ê 4 wesayitên komên çete ruxandin

Şervanên YPG'ê 4 wesayitên komên çete ruxandin

Li Serêkaniyê li ser riya Hesekê şervanên YPG'ê 3 wesayitên komên çekdar ruxandin û hin çekdarên ji wan hatin kuştin.

Nûçeghanê ANF'ê li Serêkaniyê diyar kir ku derdora seat 22.00 an de  li ser riya Hesekê beranberî Qews 3 wesayitên komên çekdar ruxandin di encamê de kuştî û birîndarên komên  çete çêbûne.

Her wiha di seat di 19.00 an de wesayiteke din a komên çekdar rûxandibûn û di encamê de 4 çekdarên komên çekdar hatin kuştin û birîndar jî hebûn.

YPG’ê li derveyî bajêr, li ser riya Hesekê, Tiltemir û Tel Xelefê li dijî baregehên van koman çalakiyên hemwext li dar xistin. Di heman saetan de li Taxa Mehetê ku komên çekdar lê dimînin jî operasyon hate lidarxistin, di encama van çalakiyan de kontrola bajêr sedî 90 ket destê YPG’ê.