Şervanên YPG'ê Abukan û Ergîn li Cizîrê ji aliyê hezaran hatin pêşwazîkirin

Şervanên YPG'ê Abukan û Ergîn li Cizîrê ji aliyê hezaran hatin pêşwazîkirin

Şervanên YPG’ê Îsa Abukan (Rojvan Devrîm) û Şakîr Arslan (Firat Ergîn) ji deriyê sînor ê Xabûrê hatin wergirtin û ber bi Saziya Tiba Edlî ya Amedê ve hatin rêkirin.

Şervanên YPG’ê Îsa Abukan (Rojvan Devrîm) û Şakîr Arslan (Firat Ergîn)  9’ê Îlonê di korîdora ewlekariyê ya di navbera Çiyayê Şengal û Rojava de ji ber mayîna ku çeteyên DAIŞ bi cih kiribûn jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du şervanên YPG’ê ji aliyê malbatên wan ve ji Dêrikê hatin wergirtin. Li ser Deriyê Sînor ê Sêmalka re anîn Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ê li Başûrê Kurdistanê. Ji vir jî cenaze ji Deriyê Sînor ê Xabûr hatin wergirtin û piştî kar û barên dozgeriyê ji bo otopsiyê cenaze şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.

Bi sedan kesên ku di nav wan de Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, rêveberên Silopiya û MEYA-DER a Cizîrê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û li gel rêxistinên navçe û bajaran ên DBP’ê Hevşaredarên DBP’yî jî di nav wan de cenaze bi tilîlî  û dirûşmayan wergirtin û bi karwanekî bi sedan wesayîtan ber bi Silopî ve hatin birêkirin.Cenaze di ketina Silopiyaye de Şengaliyên li Kampa Denîz Firat dimînin bi dirûşmayên “Bijî berxwedana YPG” hatin ber wesayîta cenazeyan. Bi hezaran kesên di ketina Silopiyayê de hatin cihê Şengaliyan bi dirûşmayên “Bijî YPG-YPJ” meşiyan. Di meşa ku piraniya wan jin û ciwan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û PKK’ê hatin hildan. Bi hezaran kesên ku rêya Xabûr a Silopiyayê li çûnûhatinê girtin dirûşmayên “Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe gor”, “Şehîd namirin” gotin. Piştî meşê bi karwanê sedan wesayîtan ber bi Cizîrê ve ketin rê.

Karwan di ketina Cizîrê jî bi dirûşmayên “Şehîd namirin”, “Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe gor”, “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin. Girseyê cenazeyên şervanên YPG’ê Arslan û Abukan hilgirtin û dest bi meşê kirin. Çalakvanan pira Cizîrê ji her du aliyan ve ji çûn û hatinê re girtin. Heta Cadeya Îdîl bi dirûşmayan meşiyan û li ber Mizgefta Şêx Sîraç li ber Çerxa Şoreşê rêzgirtin pêk hat.

Piştî rêzgirtinê cenazeyên di wesayîta cenazeyan de, li ser rêya Îdîl ji bo otopsiyê ber bi Amedê ve hatin rêkirin. Cenazeyên şervanên YPG’ê Abukan û Arslan piştî kar û barên otopsiyê wê li Wanê bên veşartin.