Şervanên YPG’ê Aydin û Zengîn hatin veşartin
Şervanên YPG’ê Aydin û Zengîn hatin veşartin
Şervanên YPG’ê Aydin û Zengîn hatin veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferhat Aydin (Rênas Andok) ê ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Êlîkuleka yê navçeya Kopê ya Mûşê, Cenazeyê şervanê YPG'ê Mahmut Zengîn (Birusk Serhed) jî li gundê Kergezê yê navçeya Qelqeliyê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hatin definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferhat Aydin (Rênas Andok) ê ku di 16'ê Îlonê de li gundê Şermûxê yê Qamişlo di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê yên li Amedê anîn Mûşê û cenaze li bajaroka Lîzê ya Kopê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê konvoya cenaze ber bi navçeya Kopê ve bi rê ket. Di ketina navçeyê de bi hezaran kesan cenaze pêşwazî kir û rêya bejayî ya Kop-Mûş ji trafîkê re girtin û dest bi meşê kirin. Di meşê de alên PKK, PKK, YPG û KCK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên YPG'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên "Ey şehîd xwîna te li erde namîne", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo", "YPG dimeşe êrd û êzman diheje" û "Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe gor" hatin berzkirin.
Li çarrêya li navenda navçeyê rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Piştre konvoya cenaze ber bi gundê Êlîkulekayê ve bi rê ket. Darbesta Aydin di ketina gund ji wesayîta cenaze hat wergirtin û bi meşê birin mala lê hatiye dinê. Piştre cenaze bi tevlîbûna hezaran kesan ber bi goristana gund ve birin. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Aydin bi sloganan hate definkirin.
Apê Endamê YPG'ê Aydin Medenî Aydin kesên tevlî merasîma cenazebûn silav kirin û diyar kir ku Kurdistan ji çeteyên DAIŞ'ê û kesên piştgiriya wan dikin dê bibe gor û wiha got: "Armanca me ew e ku em di rêya şehîdên xwe de bimeşîne. Di şerê li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin de gelê Kurd wê bi ser bikeve. "
CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG'Ê ZENGÎN LI QELQELIYÊ HATE DEFNKIRIN

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mahmut Zengîn (Brusk Serhat) ê ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest da jî li gundê Kergezê hate definkirin. Cenazeyê Zengîn di ketina navçeya Westanê ya Wanê hate pêşwazîkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê, rêveberên DBP, HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesên din tevlî pêşwazîbûnê bûn. Piştre konvoya cenaze ber bi gundê Kergezê yê navçeya Qelqeliyê ya Wanê bi rê ket. Konvoya cenaze di ketina Qelqeliyê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwezîkirin. Di ketina navçeyê de welatî ji wesayîtan hatin xwarê û bi cenaze dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên "Qatîl DAIŞ hevkar AKP" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin, alên KCK, PKK û YPG'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Komeke ciwanên tevlî meşê bûn kevir avêtin saziyên dewletê û molotof avêtin avahiya AKP'ê. Piştî polîsan bombeyên gazê avêtin ciwanan rageşî derket û piştî DBP'î ketin navberê rageşî bi dawî bû.

Piştre konvoya cenaze ber bi gund ve bi rê ket. Di ketina gund de darbesta Zengîn ji aliyê welatiyan ve hate hilgirtin û dest bi meşê kirin. Di meşê de slogana "Şehîd namirin" hate berzakirin. Cenazeyê Zengîn li gund bi sloganan hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê MEYADER'a Wanê Salîh Kaplan sersaxî li malbatê da û diyar kir ku gelê Wanê û Qelqeliyê ji têkoşîna azadiyê re gelek leheng dan qezenckirin û wiha got: "Em dê xwedî li doza şehîdên xwe derbikevin. Em soz didin wan. Em dê di riya wan de bimeşin."

Birayê şervanê YPG'ê Zengîn Bakî Zengîn jî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: "Li Kobanê lehengên gelê Kurd li ber xwe didin. Bi qehremanî şer dikin û Kobanê ji çeteyan re nahêlin."
Piştî axaftinan girseyê konê sersaxiyê ziyaret kir.