Şervanên YPG'ê bi girseyî hatin oxirkirin
Şervanên YPG'ê bi girseyî hatin oxirkirin
Şervanên YPG'ê bi girseyî hatin oxirkirin
Cenazeyên 8 şervanên YPG'ê ku di nava wan de Endama Komîteya Pispor a Desteya Bilind a Kurd Warşîn Cudî jî heye û di pevçûnên cuda yên bi komên çete re de jiyana xwe ji dest dabûn, li Dêrik, Qamişlo û Hesekê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.
DÊRIK: Cenazeyên Endama Komîteya Pispor a Desteya Bilind Emîna Hisên (Warşîn Cudî), şervanên YPG'ê Diyab Nasir (Diyab) ku bi eslê xwe ereb e, Mehmed El Ebo (Serxwebûn) yê bi eslê xwe ereb, Mehmud Hemîd (Welat Dêrik) û Remezan Silêman (Remezan) ji Nexweşxaneya Bajêr hatin wergirtin. 5 cenaze bi karwanekî wesayîtan û tevî hezaran kesan birin Goristana Şehîd Xebat Dêrik.
Piştî karwan gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî û bal kişand ser berxwedana li Rovayê Kurdistanê. Aldar Xelîl diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê di vê berxwedanê de cihê xwe digirin û li dijî êrîşên komên çete têkoşînê bilind dikin. Xelîl, destnîşan kir ku herdu şervanên YPG'ê yên ereb ku jiyana xwe ji dest dane nîşana jiyana hevbeş in.
Xelîl her wiha bal kişand ser têkoşîna Warşîn Cudî û diyar kir ku Cudî heta deqeya dawî jî li dijî êrîşên çeteyan têkoşînek bêhempa daye.
Piştî axaftinê 5 cenaze bi tilîlî û sloganan hatin definkirin.
HESEKÊ: Cenazeyên şervanên YPG'ê Xoşnav Reşat Hilbo (Lewend) û Şerîf Mistefa Mardînî (Agirî) ji aliyê sedan kesan ve ji navenda Asayîşê hatin wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê. Li gorîstanê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, malbatên her du şervanên YPG'ê axivîn û soza şopandina rêya zarokên xwe dan.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Necah Mûsa, li ser navê TEV-DEM Welîda Botî axivîn û bal kişandin ser pêvajoya hessas a ku li Rojava tê jiyîn.
Piştî axaftinan herdu cenaze bi slogan û tîlîyan spartin axê.
QAMIŞLO: Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehemed Mehmûd (Çekdar Qamişlo) ji Mizgefta Qasimo ji aliyê sedan kesan ve hate wergirtin û birin Goristana Şehîd Delîl Saruxan. Cenazeyê Mehmûd li vir bi merasîmekê hate definkirin.