Şervanên YPG'ê bi tilîliyan hatin oxirkirin

Şervanên YPG'ê bi tilîliyan hatin oxirkirin

Cenazeyên 4 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di pevçûnên komên çete yên li herêmê Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Jiyan Silo, Bengîn Arif, Hanî Ebdil Henan Ataş, Raid Kemal, ku di perçûnên di nabera YPG'ê û çeteyên Dewlet Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra li herêma Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesan ve bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê hatin defin kirin.

Ji bo şervanên YPG’ê li avahiya Saziya Malbatên  Şehîdan ya Dirbêsiyê  merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de endama Rêveberiya Yekîtiya Star Henîfa Hisên axivî û bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û şervanên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çeteyan û da zanîn gelê kurd ne ji bo xwe, ji mirovahiyê têdikoşe.

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa jî di merasîmê de axivî. Mûsa der barê rola şehîdan di têkoşîna azadiyê de axivî û bal kişan ser girîngiya yekîtiya hêzên siyasî yên Kurd.

Malbatên 4 şervanên YPG'ê bi xêrhatina girseya gel kirin û soz dan ku ewê li ser rêya zarokên xwe têkoşîna xwe dewam bikin.

Piştî merasîmê 4 cenaze bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê û li wirjî merasîmeke leşkerî hate lidar xistin. Di merasîmê de fermandarê YPG'ê Şiyar Kobanê axivî. Kobanê da zanîn ku yekîneyên wan dê li ser bîranînên şehîdan, têkoşîna li dijî hemû êrîşan dewam bikin.

Di dawî merasîmê de cenazeyê 4 şervanên YPG'ê bi tiliyan  li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spatin axê.