Şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxir kirin
Şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxir kirin
Şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxir kirin
Cenazeyê Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê Kedra Erkek (Ronahî Reşo) û cenazeyên şervanên YPG’ê Ebdulselam Silêman ê bi nasnav Welat Êrîş û Zemçî Mihemed ê bi nasnav Tîrêj Rojhilat li bajarê Efrînê, cenazeyên şervanên YPG’ê YPG’ê Xalib Osê û Mistefa Erko Osman jî li Kobanê spartin axê.
Cenazeyên Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ Kedra Erkek û şervanên YPG’ê Ebdulselam Silêman û Zemçî Mihemed ji aliyê hezaran kesî ve ji avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hatin wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîda Seydo ya li navçeya Cindêrisa Efrînê.
Karwanê cenazeyan li Cindêrisê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û ji vir jî birin Goristana Şehîd Seydo. Piştî cenaze anîn goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê Rojda Efrînî axivî û da zanîn ku ew ê heta dawî li ser xeta parastina rewa israr bikin. Li ser navê TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik jî axivî û diyar kir ku gelê kurd dê ji destkeftiyên xwe hemû berdêlan bide. Li ser navê Desteya Bilind a Kurd Reşîd Şeban, li sernavê Saziya Malbatên Şehîdan Xelîl Ecîl jî axivîn û bal kişandin berxwedana hatiye nîşandan.
Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê bi diruşmeyan spartin axê.
Li Kobanê jî cenazeyê şervanê YPG’ê Xalib Osê yê ku di pevçûnên gundê Sûsik de jiyana xwe ji dest da û şervanê YPG’ê Mistefa Erko Osman ê ku di encama qezaya tirafîkê de jiyana xwe ji dest da spartin axê.
Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê ji avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hatin wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîdan a li gundê Termik. Li goristanê merasîmek hate lidarxistin û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Faris Etiya, li ser navê Pariya Demokrata Kurd/Sûriyê Hogir Kino, li ser navê YPG’ê Şiyar Kobanê û li ser navê PYD’ê Zerdeşt Salih axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina riya “şehîdan” hate dayîn.
Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê spartin axê.