Şervanên YPG''e tangek û 2 wesayitên doçka rûxandin

Şervanên YPG''e tangek û 2 wesayitên doçka rûxandin

Yekîneyek YPG'ê li herêma Girkê Legê li dijî komên çekdar çalakiyek bibandor lidar xist. Di encama çalakiyê de tangek û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin, her wiha tangek hate derbkirin û bi dehan endamên komên çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidest xistine,  çalakî îro saet derdora 13.30'an de hate lidarxistin. Çalakî li hemberî benda ku navenda komên çekdar a li nêzî gundê Sefa ku ji vir êrîşên xwe pêk tînin diparêz e, hate lidarxistin.

Hate gotin ku di encama çalakiyê de tangek hate rûxandin, yek hate derbkirin, 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin û bi dehan endamên komên çekdar hatin kuştin û birîndarkirin. Hate gotin ku gelek endamên van koman jî reviyan e.

Piştî ku komên çekdar di 19'ê tebaxê de ji vê herêmê êrîşî bendek YPG'ê kirin, ev 3 roj in li derdora gundê Sefa pevçûn didomin.