Şervanên YPG’ê Zagros û Mahabad hatin defnkirin
Şervanên YPG’ê Zagros û Mahabad hatin defnkirin
Şervanên YPG’ê Zagros û Mahabad hatin defnkirin
Cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Seyîdxan Şêxmûs Hesen (Mahabad) û Cemal Mihemed Faris (Zagros) ji aliyê sedan kesî ve hatin defnkirin.
Ji bo merasîma cenazeyan îro di saetên sibehê de bi sedan kes li ber Mizgefta Qasimlo ya li Taxa Xerbî ya Qamişlo hatin cem hev. Girseyê saet di 10.00’an de her du cenaze wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan. Piştî karwan gihişt goristanê li vir merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir, Hevserokê Saziyên Civakî yên Sivîl Ebdulkerîm Sarûxan axivî û êrîşên çeteyên girêdayî El-Nusra yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Sarûxan got ku gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li dijî komên çete dê bi ser bikeve.
Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ferhad Murad, li ser navê malbata şervanê YPG’ê Cemal Faris bavê wî Mihemed Faris û li ser navê malbata şervanê YPG’ê Seyîtxan Şêxmûd Hesen birayê wî Cewad Şêxmûs Hesen axivî. Di axaftinan de hate gotin ku gelê Kurd dê heta dawiyê rêya şehîdên xwe bişopîne.
Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê Seyîdxan Şêxmûs Hesen û Cemal Mihemed Faris bi dirûşmayan û tilîliyan hatin defnkirin.
Şervanên YPG’ê Cemal Mihemed Faris ê bi nasnav Zagros û Seyitxan Şêxmûs ê bi nasnav Mahabad wek şervanên nîvprofesyonel di nava refên YPG’ê de cihê xwe digirtin û ji bilî demên şer û pevçûnan li malên xwe bûn. Her du şervan hefteyek beriya niha di rojên cuda de ji taxên xwe yên li Qamişlo hatibûn revandin û piştî heftekeyê cenazeyên wan li derveyî Qamişlo hatin dîtin.