Servet Encu hat berdan
Servet Encu hat berdan
Servet Encu hat berdan
Servet Encu yê li Qilabanê hat binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê, serbest hat berdan.
Servet Encu yê ji komkujiya Roboskî bi saxî filitî û birazekî xwe wenda kir, duh li nuqteya kontrolê ya leşkerî ya navbera gundê Roboskî û navçeya Qilabanê de di dema kontrola nasnameyê de bi îdîaya lê tê gerîn, ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin.
Hat hînbûn ku Encu bi îdîaya îfadeya wî ya der heqê lêpirsîneke beriya du salan de nehatiye wergirtin, hatiye binçavkirin.
Encu, piştî ku derket pêşberî Dozgeriya Qilabanê duh êvarê serbest hat berdan.