Şev jî li gelek qadan agirê Newrozê netemirî

Şev jî li gelek qadan agirê Newrozê netemirî

Li Stanbol, Wan, Mêrsîn û Edeneyê duh bi milyonan kes derketin qadan û Newroz pîroz kirin. Şevê jî li Xerpêt, Êlih, Şirnex, Hezex, Silopî, Cizîr, Stewr, Nisêbîn, Dêrsim, Bazîd, Sêrt û Gimgimê agirê Newrozê heta sibê geş bû.

XERPÊT

Xwendekarên Zanîngeha Firatê li Salona Dehwetê ya Ataparkê şahiya Newrozê li dar xistin. Rêveberên BDP'ê û bi sedan xwendekar tevlî Şahiyê bûn. Di şahiyê de bang tevlîbûna pîrozbahiya Newroz 20'ê Adarê hate kirin.

ÊLIH

Li Êlihê jî amadekariyên Newrozê berdewam dikin û li bîllboardên bajar de afîşên "Bi rizgariya demokratîk bi dirûşmeya jiyana azad em we vedxwînin Newrozê" hatin daliqandin û li kolanan jî pankrat hatin daliqandin. Serokê Komîteya Amedekar Murat Gazîoglu daxuyanî da û xwest ku, hemû kes tevlî mitînga Newrozê bibe. Mitîngê dê li Qada Newrozê ya li ber Otogara Bajar pêk bê. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata dê tevlî mitîngê bibin.

ŞIRNEX

Li taxên Bahçelîevler, Cumhuriyet û Dîcleyê yên Şirnexê jî bi hezaran kesan bi govendê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de ji bo Ocalan slogan hatin berzkirin.

Li navçeyên Hezex, Cizîr û Silopiyê jî welatiyan heta derengî şevê bi slogan û govendê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de agir hatin hilkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin qîr kirin. Di pîrozbahiyan de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê tevlî pîrozbahiya Silopiyê bibe. Mitînga Silopiyê dê di 20'ê adarê de di demjimêr 10.00'an de li Qada Elîhems dest pê bike.

MÊRDÎN

Li navçeyên Stewr, Kerboran û Nisêbînê jî li gelek taxan agirê Newrozê hate hilkirin û banga tevlîbûna pîrozbahiyan hate kirin. Di pîrozbahiyan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin vekirin û slogan hatin berzkirin. Di pîrozbahiyan de pankratên "Bi rizgariya demokratik Newroza jiyana azad Newroz pîroz be" û "Sê jinên azad em we tucar jibîr nakin" hatin vekirin.

DÊRSÎM

Li taxa Yenî ya Dêrsîmê jî ciwanan agiri hilkirin û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de postêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û sloganên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" hatin qîr kirin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî li 2 taxan agirê Newrozê hate hilkirin. Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz jî tevlî pîrozbahiyan bû. Di pîrozbahiyan de banga tevlîbûna mitînga 20'ê Adarê hate kirin.

SÊRT

Li taxa Conkbayir a Sêrtê jî şevê din Newroz hate pîrozkirin û ji bo mitînga 20'ê Adarê bang hate kirin. Rêveberên BDP'ê Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyan bûn.

GIMGIM

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî ji bo mitînga dê sibê li qada Mihrîcanê saet di 10.00'an de pêk bê banga tevlîbûnê hate kirin. Parlementerên BDP'ê yên Mûşê dê tevlî pîrozbahiyê bibin.