Şêx Kûro tevî temenê xwe yê mezin berê xwe da qadên şer
Şêx Kûro tevî temenê xwe yê mezin berê xwe da qadên şer
Şêx Kûro tevî temenê xwe yê mezin berê xwe da qadên şer
Seferberiya li bajar Cindirêsê bi hemû awayî didome. Kesên temsîla ola Îslamê dikin jî tevlî berxwedaniyê dibin. Şêxê navdar yê herêma Cindirêsê yê bi navê Mistefa Kûro bi nasnav “Şêx Kûro” ku bi temenê xwe 75 salî ye, ji bo piştgiriya YPG’ê bike, berê xwe da Navenda YPG’ê ya herêma Cindirêsê. Şêx Kûro da zanîn ew nikare çek bikar bîne, lê dikare ji bo şervanê YPG’ê dua bike.
Berxwedaniya gelê Kurd ya li dijî komên çete yê Dewlata Îslam Iraq û Bîlad El Şam (DAIŞ)/ Cephet El Nusra didome. Ji hemû beşên civakê gelê Kurd ketine nave tevgerê, jin, qal, ciwan û oldarên herêmê jî cihê nava berxwedaniyê de digrin. Şêx Mistefa Kûro ji welatiyên gundê Hêkiçê yê girêdayî navçeya Şiyê ya herêma Efrînê yê ku piştî komên DAIŞ êrîşî gundên Cindirêsê kirin nikarî bû di mala xwe de rûne rasterast ber xwe da navenda YPG’ê ya Cindirêsê û tevlî nav refên wan bibe.
Tevî ku Şêx Kûro ji ber temenê xwe yê mezin nikare çekan bikar bîne jî, ji bo piştgiriya şervanên YPG’ê duayan ji wan re bike, berê xwe da eniyên şer. Li ser hatina qadên şer de Şêx Kûro wiha got; “Rast e ez nikarim çekan bikar bînim, lê ez dikarin ji bo şevanêYPG’ê re duayan bikin û ji xudayê xwe bixwazim ku bi serkevin. Berxwedana gelê Kurd ne ji bo talan, dagirkirinê ye, ji bo parastinêye. Ji ber ev kesên di bin navê Îslamê de kar dikin bi temamî ji ola Îslamê dûr in û dixwazin herêma me talan bikin.”