Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd li Rimêlan didome

Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd li Rimêlan didome

Sêyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku ji çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat nûnerên gelek rêxistinên ciwanan tevlî dibin, li bajaroka Rimêlan a Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê di roja duyemîn de bi xwendina peyaman dom dike.

Sêyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd, li gorî plansaziya hatiye kirin, diviyabû ku duh saet di 09.00’an de dest pê bikira, lê ji ber astengiya rayedarên li ser sînor ên hikûmeta Başûrê Kurdistanê saet 15.00’an de dest pê kir. Lewre jî di rûniştina duh de tenê axaftina vekirinê hatibû kirin. Runiştina îro ya konferansê saet di 09.00’an de dest pê kirin.

Di konferansê de destpêkê peyamên rêxistinên ciwanan ên bi navê, Komaleya Ciwanên Niştimanî, Komeleyi Gencanî Welatparêz, Tevgera Ciwanên Şoreşger (KCR), Yekîtiya Lawanî Demokrat (YNK), Konfederasyona Ciwanên Rojhilatî Kurdistan, Ciwanên Rojavayê Kurdistan, Tevgera Ciwanên Êzidî ya Başûrê Kurdistan, Tevgera Nûkirina Ciwanên Başûrê Kurdistan, Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz a Rojava, Ciwanên Lîberal ên Rojhilatî Kurdistan, Ciwanên Demokrat ên Kurdistan a Mexmurê , Ciwanên Goran, Ciwanên KCK’ê, Tevgera Ciwanên Azadkirina Jinan hatin xwendin.

Her wiha peyama Serokê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Surî (PDPKS) Hemîdê Hecî Derwêş hate xwendin. Di peyamê de konferans li hemû ciwanan hate pîrozkirin û wiha hat gotin: “Hun hemû mêvanên me ne. Em hêvî dikin ku serkeftî be. Hemû gelê Rojavayê Kurdistanê li benda encamên konferansê û çalakiyên we ne.”

Piştre peyama Berpirsyarê Buroya Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar hate xwendin. Di peyamê de li ser mijarên wekî, “Yekîtiya ciwanên Kurdistanê û yekîtiya kurdan, destkeftiyên gelê kurd ên Rojavayê Kurdistanê, azadkirin û parastina herêmê ya bi hêza cewherî” hate rawestîn.

Di hemû peyaman de li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin hate rawestîn û hate xwestin ku dewleta Tirk bi erênî nêzî pêvajoyê bibe. Di peyaman de her wiha li ser rola YPG’ê û parastina herêmê, rola Desteya Bilind jî hate rawestîn.

Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê Partiya Pêşverû ya Kurd li Suriyê, Partiya Çep a Demokratîka Kurd, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokratî Kurd li Suriyê (ya Nesreddîn Îbrahîm), Partiya Yekîtî kurd li Suriyê, Partiya Wîfaqa Demokrat, Partiya Niştimanî Kurdistan û Heyva Sor a Kurd hatin xwendin.

Di konferansê de peyama Komeleya Zehmetkêşanî Rojhilatî Kurdistan ku hatibû vexwendin lê nekarîbûn werin jî hate xwendin. Di peyamê de hate diyarkirin ku ew ji ber pirsgirêkên burokratîk tevlî konferansê nebûne û serkeftin hate xwestin.

Piştî peyaman, endamên dîwana konferansê ku ji 9 kesan pêk tê duh di civîna ji çapemeniyê re girtî hatibû hilbijartin hatin vexwendin. Piştî endamên dîwanê ciwê xwe girtin, konferans bi axaftinan dom dike.

Hêjayê gotinê ye ku bajaroka Rimêlan a Girkê Legê 1-2'ê Adara 2013 ji destê rejîma Sûriyeyê hatibû rizgarkirin.