Sêyemîn Konfransa netewî ya ciwanên kurd dest pê kir

Sêyemîn Konfransa netewî ya ciwanên kurd dest pê kir

Sêyemîn Konfrensa Netewî ya ciwanên Kurd li bajaroka Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê, di bin silogana ‘’Ji ciwanên azad ber bi welat û jiyaneke azad ve’’ bi beşdariya nûnerên rêxistin û tevgerên ciwanên her 4 perçeyên Kurdistanê û Ewripayê dest pê kir.

Konfrans duh li Navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan saet di 15.00’an de destpê kir. Konfans bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda "Ey Reqîb"dest pê kir. Piştre dîwana konfransê hate hilbijartin. Piştre Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed axaftina vekirinê kir. Ehmed Konfrans li ciwanan pîroz kir û diyar kir ku konfansa ciwanan bersiva haemû hewldanên perçekirina kurdistanêye û dazanîn ku ciwan ji van planan re hişyar in.

Di berdewama axaftina xwe de Ehmed bal kişand ser pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya Newroza Amedê û da zanîn ku pêngava Ocalan dîrokiye,  pêwîste dewleta Tirkiyeyê cidî nêz bibe û gavên erênî biavêje. Ehmed destnîşan kir ku beşek biçûn ji ciwanan li kongirê beşdar nebûye û got:

"Em hêvî dikin ku ev alî siyaseta xwe ya perçebûnê derbarê konnfranseke Kurdistanî wek vê konfansa we ku li gor armanc û îradeya gelê kurd e, di ber çavan re derbas bikin, "Di axaftina xwe de Ehmed taybetmendiya rewşa Rojhilatê Kurdistanê anî ziman û behsa kiryarên hikûmeta Îranê ya wekî darvekirina ciwanên kurd kir û hêvî kir ku konfransa ciwanan ya 3’ yemîn bibe bersiv ji bo ciwanên Rojhilatê Kurdistanê.

Di konfransê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ku di Newroza Amedê de hatibû xwendin û li tevahîiya cîhanê deng veda jî hate xwendin. Her wiha peyamên tevgerên Ciwanên Azadî Lawan, Ciwanên Goran û Ciwanî Rabûnî jî bi zaraveyên kurmancî û soranî hatin xwendin. Di peyaman de spasiya ciwanên Rojavayê Kurdistanê hat kirin û li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye destpêkirin hate rawestîn. Di peyaman de her wiha azadiya Ocalan hate xwestin û bang li hikûmeta Tirkiyê hate kirin ku bi erênî nêzî pêvajoyê bibe.

Rûniştina roja yekemîn a konferansê saet di 17.30’an de bi dawî bû. Konferans dê îro saet di 09.00’an de  bidome.