Seyhanê 14 salî dê piştî 18 salan bê veşartin

Seyhanê 14 salî dê piştî 18 salan bê veşartin

Hestiyên Seyhan Dogan (14) ê di bîreke li gundê Tîrowa yê navçeya Mêrdîn Kerboranê derket û bi rapora tipa edlî nasnameya wî hat kifşkirin, sibê li navçeya Kerboranê tê veşartin. Li ser wasiyeta wan dê hestiyên dê Asiye û bav Ramazan Dogan jî bi hestiyên Seyhan were veşartin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr xist ku hestiyên Dogan ê di sala 1995'an de li navçeya Kerboranê hat binçavkirin û dûre hay jê çê nebû, li bîreke li gundê Tîrowa hatiye dîtin.

Piştî ku bi rapora tipa edlî nasnameya Dogan hat kifşkirin, dê cenazeyê wî li gel cenazeyê diya wî Asiye û bavê wî Ramazan Dogan ên ji Stenbolê bên anîn, li navçeya Kerboranê bê veşartin.

ÇÎROKA BÛYERÊ

Li gundê Tîrowa yê navçeya Kerboran a Mêrdînê ji bo 6 kesên di sala 1995'an ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û hatin windakirin di 22'yê sibata 2012'an de kolandin hate destpêkirin. Kolandin 5 rojin li gund berdewam kir. Piştî xizmên windayan li bîra li gund kolandin pêk anî û hestiyên 2 kesan ên hatin şewitandin dîtin, bi çavdêriya dozgeriyê careke din kolandin hatin destpêkirin. Di kolandina bîrê de hestiyê tasa serê mirovekî û hinek parçeyên cilan hatin dîtin. Hestî û cilên di kolandinê de derketin ayîdî Seyhan Dogan bûn û ev yekê ji aliyê birayê wî Abdulkerîm Dogan ve hatibûn teşhiskirin. Piştre li qadeke din a ketina gund de kolandin hate destpêkirin. Di kolandina wir de jî hestiyên ayîdî 3 kesan, cilên û 4 qalikên guleyan hatin dîtin.

6 KES 17 SAL BERÊ HATIBÛN QETILKIRIN

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di 2-6'ê Mijdara 1995'an welatiyên bi navê Davut Altinkaynak, Suleyman Seyhan, Hikmet Kaya, Abdurrahman Coşkun, Abdullah Olcay, Mehmet Emin Aslan, Nedîm Akyon û Seyhan Dogan li Fermandariya Cendirmeyan a Kerbarê hatin binçavkirin. 7 welatiyên ku 18 sal berê li Fermandariya Jendermeyan hatin binçavkirin piştre agahî ji wan nehat girtin. Cenazeyê Suleyman Seyhan di 6'ê Adara 1996'an de di binê bîrekê de hate dîtin. Lê li gel di ser bûyerê re 18 sal der bas bû, der barê aqûbeta 7 kesan de agahî nehat girtin. Li ser serlêdana malbatan a li Dozgeriya Komare ya Kerboranê li gundekî nêzî Kerboranê kolandin hat destpêkirin.