Seyit Riza û hevalên wî wê li Russelsheîm bêne bîranîn

Seyit Riza û hevalên wî wê li Russelsheîm bêne bîranîn

Seyit Riza û hevalên wî, di salvegera 76. de wê li bajarê Elmanya Russelsheîmê werin bîranîn. Şeva bîranînê wê sibê were lidarxistin û hejmareke zêde hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyan wê bên gel hev.

Federasyona Yekitiya Demokratîk Dersimê ya Ewropayê (ADEF) di roja 19’ê Cotmehê de li bajarê Elmanya Russelsheîm, ji bo Seyit Riza û hevalên wî bibîr bîne û balê bikşîne ser xeteriyên ku Dersim pê re rû bi rû ye şevekê lidar dixe. YEK-KOM, AABF, ADHF, ATÎF, FEDA, AGÎF, ADKB, Cîhana were jiyîn, Komeleya Kurmancan destek dan şevê û Serokê Giştî yê AABK Turgut Oker, Serokê ADEF Mûharrem Erdogan, Nunerê ADHF’ê Cemal Şahin, Serokê YEK-KOM Yuksel Koç, Nûnerê ATÎF û NÛnerê FEDA Haşim Kûtlû wê li bîranînê biaxivin.

Di şevê de di beşa mûzîkê de kesên weke: Suavî û koma wî, Redd Duşun Sanat Kolektîfî, Levent Ozdemîr û xwendekarên wî, Hasan Saglam, Rençber, Hidir Kûtan, Medet Aslan û xwendekarên wî, Koroya Jinan a Astaru Wenge a Solîngen, Grûb Zel, Koma Siya Ben, Helbestvan Mehmet Çetîn, Helbestvan Hidir Ûlûdag û Îbrahîm Kilavûz derkevine ser dikê.

Ji bo şeva bîranînê, ku wê li navnîşana “Kappellenweg 1, Stadthalle Florsheim-Russelsheim” saet di 16:00 de desptê bike ADEF’ê banga beşdariyê kir.