Sibe li Rûbarokê Newroz tê pîroz kirin

Sibe li Rûbarokê Newroz tê pîroz kirin

Amadekariyên Newrozê ya dê sibê li bajaroka Rûbarokê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê pêk bê bi dawî bûn.

Amadekariyên Newrozê ya dê sibê li bajaroka Rûbarokê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê pêk bê bi dawî bûn. Rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Rûbarokê û endamên Komîteya Amadekar a Newrozê banga tevlîbûna kirin û xwestin hemû kes bi kincên gelêrî tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe. Rêxistina BDP'ê ya Rûbarokê diyar kir ku, sibê di demjimêr 10.00'an de bi tevlîbûna Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Cana, Endamê Meclîsa BDP'ê M. Sidik Akiş û rêxistinên Colemêrg, Gever, Bajêrgehê û Şemzînan û gelek kesên din dê tevlî pîrozbahiyê bibin. Di şahiyê de Hunermend Hemê Hecî û hûnermendên herêmê dê tevlî bibin.

Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo şahiya dê li ber avahiya BDP'ê ya Rûbarokê pêk bê, serî li Qeymeqamtiya Şemzînan da û bersiva erenî girt.