Sîncar, Ozdemîr û Kiliç li cihê bûyerê hatin bibîranîn

Sîncar, Ozdemîr û Kiliç li cihê bûyerê hatin bibîranîn

Parlementerê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û siyasetmedarê kurd Habîb Kiliç û Metîn Ozdemîr ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin qetilkirin, bi girseyî hatin bibîranîn. Di bîranînê de endamê Meclisa BDP Nezîr Gulcan, diyar kir ku qatilên di salên 1990’î de li heremê komkûjî pêk dianîn îro jî li Serêkaniyê û Rojava li ser karin li hember gelê kurd polîtîkayên komkûjiyan pilan dikin.
Parlementerê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û hevalên xwe Metîn Ozdemîr, di 4'ê Îlonê û Rêveberê Rêxistina DEP’ê yê Êlihê Habîp Kiliç ê ku di 2’ê îlona 1993'an de li Êlihê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin qetilkirin, li cihê ku lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bernameya ku siyasetmedara lê hatin qetilkirin li kuçeya Elma ya Êlihê pêk hat de Endamê Meclisa BDP'ê Nezîr Gulcan, Hevseroka BDP’ê ya Êlihê Rahşan Çarboga, endam û rêveberên BDP'ê yên Elihê û navçeyên wê, Wekîlê Şaredar ê Êlihê Serhat Temel, rêveberên HDP, MEYA-DER, KURDÎ-DER, ÎHD, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din amade bûn. Girse li ber avahiya BDP'ê ya Navçeya Navendî kom bûn û heta cihê ku Sîncar lê hatiye qetilkirin meşiyan. Girsê wêneyên Mehmet Sîncar, Habîp Kiliç û Metîn Ozdemîr hildan û heta cihê bûyerê meşiyan. Girse piştî gihîşt cihê qetilkirinê û li vir ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin. Di bîranînê de bê navber dirûşma “Şehît namirin” hate berzkirin.
Li ser navê BDP’ê endamê Meclisa BDP Nezîr Gulcan, diyar kir ku ji dema Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin û heta niha bi hezaran zarokên gelê kurd hatine qetilkirin û wiha got: "Qatilên zarokên gelê kurd kuştin, heta niha di derbarê wan de tu lêpirsîn pêk nehatiye. Siyasetmedarê me û zarokên gelê kurd bi fermandayîna Serokwezîrên wê demê Tansû Çîler, Sûleyman Demîrel û Midurê Emniyetê yê wê demê Mehmet Agar hatin qetilkirin. Serokwezîr û hikêmetê wê demê hemû ji wan qetilkirina berpirsyarin. Îro jî yek bi yek bîrên asîdê yên wê demê tên vekirin û histiyên mirovan difure. Li gel faîlên wan ne diyar ji wê rojê heta îro gelê kurd gihîştiye milyonan. Bila dilê Şehît Mehmet Sîncar û bi hezaran hevalên şehît rehet be îro têkoşîna me gihîştiye mîlyonan û bê navber ev xebat didome.”

‘QATILÊN WÊ SERDEMÊ ÎRO LI SERÊKANIYÊ Û ROJAVA LI SER KAR IN’

Gulcan, daxuyand ku aşîtî û çareserî bê Tirkiyeyê pêwîste qatilên wê demê kes bi kes derbixînin pêşberî darazê û da zanîn ku qatilên ku di salên 1990’î de li heremê kiribûn dojeh, îro jî li Serêkaniyê û li Rojava li ser karin û li hember gelê kurd polîtîkayên qetliyaman plansaz dikin. Gulcan, bal kişans ser pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK Abdullah Ocalan ve hatiye
destpêkirin û ji bo malbat siyasetmedarên kurd û hemû gelê kurd sersaxî xwest.

Piştî axaftina Gulcan, cihê Sîncar û Ozdemîr lê hatibûn qetilkirin qurnefîl hatin dayîn û bername bi dawî bû.