Sînornenasî- Ramazan Umar

Sînornenasî- Ramazan Umar

Filmên Kemal Sunal wekî filmên qerfî tên zanîn, lê di heman demê de peyamên polîtîk jî di nava xwe de dihewînin. Fîlmê wî yê bi navê “Propaganda” jî yek ji van fîlman e.

Mijara fîlm sînorê di navbera Bakûr û rojavayê Kurdistanê de hatiye raçandin e. Ango pirsgirêka serxet û binxetê ye.

Di film de dewleta Tirkiyê rojekê peywîrdarên xwe dişîne gundekî li vê herêmê û têlan di nava gund de radiçînin. Jê re jî dibêjin “sînor”. Gund dibe 2 perçe, hemû malbat nêvî li wî alî, nêvî li aliyê din dimînin. Gundî destpêkê zêde girîngiyê nadinê û dixwazin bên û biçin, lê dema dibînin her ku diçe dewlet zehmetiyan derdixîne û zorê li wan dike, êdî ji herdu aliyan ve berê xwe didin sînor û derî ji holê radikin.

Jixwe kurdan tu caran sînor nas nekirine, lê di roja me ya îro de ev yek êdî bi awayekî aşkera di jiyanê de pêk tê. Di encama têkoşîna 30 salan de li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên gelekî mezin hatin bidestxistin. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk tê û hêdî hêdî ber bi azadiyê ve diçe.

Li hemberî vê pêşveçûnê, neyarên kurdan çar aliyên wan dorpêç kirin û xwestin wan bi ambargoya aborî teslîm bigirin. Lê êdî kurd wekî di fîlmê me behsa wî kir de, tenê temaşe nakin. Nerazîbûna xwe tînin ziman û helwestê nîşan didin.

Di encama van hewldanan de, sînorên Başûr û bi taybetî jî sînorê Bakûrê Kurdistanê hatin vekirin. Kurdan nîşan dan ku ew êdî sînoran nas nakin. Alîkariyên ku li Bakûrê Kurdistanê tên komkirin di ser Nisêbînê re derbasî Qamişlo tê kirin. Vê yekê li Rojava bandorek pir mezin û keyfxweşiyek çêkiriye.

Belê kurdan sînornenasiya xwe nîşan da û ev yek daye qebûlkirin. Lê tiştek kêm maye. Wekî tê zanîn Rojavayê Kurdistanê kirine 3 perçe. Herêma Cizîrê, Kobanê û Efrînê ji hev cuda ne. Alîkariyên tên li herêma Cizîrê têne belavkirin. Lê ji ber ku li ser riya Kobanê û Efrînê komên çete hene, ev alîkarî bi zemhetî diçin wî alî. Lewma pêdivî heye ku zor li ser dewleta Tirk bê meşandin da ku deriyên wî alî jî bên vekirin. Ji xwe banga saziyên Rojava ya di vê mijarê de di çapemeniyê de hate weşandin. 

Ger ku di vê mijarê de li Bakûrê Kurdistanê hewldan bêne zêdekirin, wê sînor bi temamî bêwate bimînin. Bi vê yekê wê herêmên Efrîn û Kobanê ku di bin ambargoyê de, nefesekê bigirin û dorpêçkirinê bişikînin.

Wekî Celadet Alî Bedîrxan di dema xwe de gotiye, “Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê tên daqurtandin. Ku gihane hev dibin lehî, tu kes û tu tişt li ber wan nikare bisekine.

Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye.” Belê, kurd êdî bûne lehî, tu kes nikare xwe li ber bigire. Hem hildiweşînin (sînor û qanûnan) hem jî paqij û ava dikin. Wê bi vekirina sînorên Efrîn û Kobanê jî vê yekê nîşanî hemû cîhanê bidin.

-Azadiya Welat