Sirgunên piştî greva birçîbûnê didomin
Sirgunên piştî greva birçîbûnê didomin
Sirgunên piştî greva birçîbûnê didomin
Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê 59 girtî sirgunê girtîgehên cuda hatin kirin. Li Girtîgeha Tîpa F a hêjmar 2 ya Kiriklarê jî 3 girityên ku di 15'ê Çile de ketibûn rojiya mirinê hatin sirgûnkirin.
Sirgûna girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê berdewam dike. Piştî girtiyên ji doza û PAJK'ê di 12'ê Îlona 2012'an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina zimanê zikmakî dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û di 17'ê mijdarê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiyê anîn, zext û zora li ser girtiyan zêde bûn.
Li aliyekî rastî sirgûnan hatin, li aliyê din rastî cezayê disiplîn û hucreyan hatin. Di destpêka 2013’an de nêzî 300 girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin. Nexweşên rapora wan a "Nikarin rêwîtiyê bikin" hene jî tev li girtiyên din hatin sirgûnkirin.
Niha jî li girtîgeha tîpa D a Amedê 59 girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê hatin sirgunkirin. Girtiyan daxuyanî da û ev polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya perçekirin û teslîmgiritnê şermezar kir. Girtiyan anîn ziman ku nêzî 50 hevalên wan nexweşin û kal û pîr sirgûni girtîgehên cuda hatin kirin û li gel raporên wan ên nikarin rêwîtiyê bikin jî dîsa hatin sirgûnkirin û wiha gotin: "4 hevalên me sirgûnî Girtîgeha Nazillî ya Aydinê hatin kirin. Hevalên me dema sirgûn dibin nikarin bi hevalên din yên siyasî re hevdîtin bikin. Ger ku tiştek bê serê van hevalên me hikûmet û dewlet berpirsiyar e."
Girtiyan anîn ziman ku zextên li ser wan çi dibin bila bibin dêtêkoşîna xwe berdewam bikin. Girtiyên hatin sirgûnkirin wiha ne:
Ozgur Yıldırım, A. Latif Çetin, Azad Baltaş, Adnan Yalçin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Nazillî. Veysel Aslan, Huseyin Çabuk, Veli Tunç, M. Şenol Încî, Neşat Kara, Alican Yalçiner, Mustafa Balîn, Mehmet Uyanık, Mikail Guzel, Mehmet Dulgun, Hidayet Taş, A. Mahmut Aslan, Şervan Tektaş, Yusuf Çatak, Tuncay Sekman, Velat Toprak, Ahmet Ete, Huseyin Ozer, Cafer Akdogan, Ahmet Oyunlu, H. Abbas Sayar şandin Girtîgeha Sêrtê. Recep Savci, Nîmet Eryilmaz, Zahît Balkaş, Yilmaz Fîdan, Fatîh Balamir, Selîm Dogan, Fikret Tanrikulu, Şahin Bîçîmlî, Laîk Altun, Aziz Işiktaş, Ridvan Îpek, Omer Yaşli, Umît Akbıyık, Semîh Çetinkaya, Bilal Demîrbag, Mahmut Baydemîr, Orhan Yakişir, Ekrem Genç, Tekin Taşkın, Unal Atilgan Şandin Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê. Ridvan Aksoy, Feddal Orak, A. Vahap Akçay, Serhat Yalçınkaya, Zindan Altan, Nevzat Oztemel, Resul Akcan, Hakki Firat, Emrah Vanli, Sinan Can, Mehmet Kardeş, Recep Yardimci, Huseyin Degîrmencî, Mahmut Uçler jî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Li Girtîgeha Tîpa F a hêjmar 2 ya Kiriklarê jî 3 girityên ku di 15'ê Çile de ketibûn rojiya mirinê sirgûnî Tekîrdagê hatin kirin. Girtiyên bi navê Ersin Ekmekçi, Şiyar Aydemir û Yusuf Candemir sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekirdagê hatin kirin.