Şîrîn Ebadî xelata mafên mirovan da parêzera Kurd Qadirî

Şîrîn Ebadî xelata mafên mirovan da parêzera Kurd Qadirî

Parêzera Kurd Maide Qadirî hêjayî xelata Mafên Mirovan a Komeleya Îrana Azad hat dîtin. Qadirî xelata xwe ji destê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî wergirt.

Li gorî malpera Kurdpadê parêzera Kurd Maide Qadirî ya Kurdên ji Xuresanê, hêjayî xelata 3. Mafên Mirovan a Komeleya Îrana Azad a Bochumê hatiye dîtin.

Parêzera Kurd Maide ji ber dosyayên di der barê dozên siyasî yên Kurd de, ji aliyê asayîşa Meşhedê ve demekê hatiye girtin û girtîgehê de maye.

Xelat di roja yekşema bihurî de li bajarê Almayayê Bochumê li Dêra Kristosê bi meresimekê bi beşdar bûna xwediyê Xelata Aştiya Nobelê Şîrîn Ebadî, Şaredarê Bochumê, hat dayîn.

Di meresimê de Maidê Qadirî rexne li Hesen Rohanî kir û behsa sozên ku dene û bicih neanîne kir.

Maidê Qadirî nû ji Herêma Başûrê Kurdistanê koçî Almanyayê bûye.