Şirnexiyan koçî nava wargeha Êzidiyan kirin!
Şirnexiyan koçî nava wargeha Êzidiyan kirin!
Şirnexiyan koçî nava wargeha Êzidiyan kirin!
Hejmara Êzidiyên Şengalî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bikin, her çend baş ne zelal be jî, gihaştiye 30 hezarî.
Hejmara kesên li Silopiyê bi pasaportê derbasbûn 2 hezar e. Pêwîstiya gelê li avahiyên afetê hatine bicihkirin, ancax bi alîkariya gel tên dayîn. Ji rayedarên dewletê kes berê xwe nadin wargehan.
Di nava wargehên li herêma Botanê de her çend weke komuna herî rûniştiye jî, pirsgirêkên rojane, rewşa neyînî ya derûnî ya malatan û pirsgirêkên rewşa civakî ya li kampê hînê baş çareser nebûne. Şaredarî û xebatkarên DBP'yî yên li gorî esasê dixwaziyê dixebitin, temamiya dema xwe li wargehê derbas dikin û her roj hewl didin bêtir bixebitin ku gelê Şengalê xwe ewle bibîne.
ŞIRNEXÊ JÎ BAR KIR WARGEHÊ
Mirov dikarin rewşeke bi heman rengî ji bo gelê Şengalê jî bînin ziman. Ji xizmeta otobusan heta paqijî, ewlekarî, aşpêjê şaredariyê, ji ber feraseta xizmetê ya li wargeha Êzidiyan, li nava bajêr jiyan sekinî ye.
Rewş nîşan dide ku ne Êzidiyên li Şengalê çûye Şirnexê, Şirnex çûye wargeha Êzidiyan. Ji kekê dikandar re dipirsim "Gelê dikarin li Şirnexê bijîn?" ji min re dibêje, "Eger hûn ji min bipirsin bila neçin Amed û Êlihê jî, bila li vir bimînin, tiştek nayê serê wan. Ji xwe welatê wan ê hemûyan ev der e. Berê kêmasiyên me jî hebûn, tiştên nebaş rû dabûn. Lê divê em niha di nava yekîtiyê de tevbigerin."
Xebatkarên parka Şaredariyê û kafeterya li nava parkê, di rojên destpêkê yên koçberiyê de bi sedan malbat li parkê bicih kirin, gel jî doşek, nivîn, bahlîf da wan. Piştî ku wargeh hat avakirin malbat lê hatin bicihkirin û park jî vala bû.
ENDAMÊN KOMÎSYONA YE WARGEH ZIYARET KIRIN
Wargeha Êzidiyan a li qûntarên Çiyayê Cûdî ya bi navê Qada Jiyana Azad a Şehîd Bîşeng, pêr ji rayedarên Komîsyona Mafên Mİrovan a Yekîtiya Ewropayê re mêvandarî kir. Rayedarên bi Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan re li nava Şengaliyan digeriyan, sedema serdana xwe ji me re vegotin.
Rayedaran diyar kirin ku wan Şengal, Zaxo, Duhok û Kampa Newrozê ya li Rojava ziyaret kirine û anîn ziman ku ew dixwazin zêdeyî 10 kampên li Bakurê Kurdistanê ziyaret bikin. Rayedaran diyar kirin ku Neteweyên Yekbûyî jî di nav de ew li benda pêşniyarên projeyan ji rêxistinên civakî yên sivîl ên neteweyî û navneteweyî ne.
Rayedaran dan zanîn ku di encama van projeyan de ew dixwazin mercên jiyanê yên gel baştir bikin û destnîşan kirin ku karê wan ê destpêkê xebatên jiyanî ne.
Rayedaran dan xuyakirin ku bi nêzîkbûna zivistanê re pêwîste ji bo gelê Şengalê şert û mercên guncaw bên afirandin û gotin, "Hin rêxistinên civakî yên sivîl ên li Bakurê Kurdistanê xwe gihandine me, lê belê em dixwazin ev hejmar zêdetir bibe."
HEYETA SAMER ÊZIDÎ ZIYARET KIR
Navenda Lêkolînên Stratejîk SAMER jî, ji bo lêkolînkirina rewşa heyî ya Êzidiyan di çarçoveya planekê de wargehan ziyaret dike. Di nava koma ji Amedê ket ser rê de Welat Ay, Ûlaş Gultekîn, Nazan Ustundag û Bulent Kuçuk hene. Li dû serdanên li wargehên li Bakurê Kurdistanê heyeta lêkolînê wê derbasî Rojava û Şengalê bibe û çavdêriyên xwe bike rapor.