Sivîlên ji aliyê komên çeta ve hatin girtin rastî êşkencê tên

Sivîlên ji aliyê komên çeta ve hatin girtin rastî êşkencê tên

Sivîlên ku ji Til Ebyed û Reqayê ji aliyê komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya  El-Nusra ve hatibûn revandin hîn li cem çeteyan girtîne. Hate gotin ku welatiyên hatine revandin ji aliyê komên çete ve rastî îşkenceya hovane tên.

Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nsura û hin tabûrên Artêşa Azad welatiyên kurd ku ji Til Ebyed, Reqa û gundên wê beriya demekê revandibûn hîn bernedane. Hate gotin ku welatiyên di 21’ê Tîrmehê de ji Til Ebyedê hatine revandin li cem Tabûra Ehrar El-Şam û Eniya El-Nusra li Reqayê tên ragirtin.

Welatiyên sivîl ku ji Til Ebyed û gundên wê hatine revandin ev in: Ibrahîm Çawîş, Mihemed Çawîş, Wehîd Çawîş, Salih Ibrahîm Çawîş, Fadil Ibrahîm Çawîş, Salih Mihemed Çawîş, Ibrahîm Salih Çawîş, Mihemd Salih Çawîş û Ibrahîm Wehîm Çawîş û ev tev ji haman malbatê ne. Her wiha Mehmûd Xatûn jî ji bajarokên şîrketa Sirîn e ku ji aliyê Ehrar El-Şam hatibû revandin.

Li aliyê din jî hate gotin ku mala welatiyên bi navê Mehmûd Çawîş û Mihemed Izet ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine talankirin û piştre hatine teqandin. Hate gotin ku tu agahî ji her du welatiyan nayê bidestxistin. Çavkaniyan diyarkirin ku welatiyê bi navê Ismaîl Elî Şêxo jî rastî îşkenceyê hatiye û di îşkenceyê de lingê wî hatiye şikandin. Her wiha hate gotin ku hin welatiyên din ên ji gundê Eydaniyê û Ebdula Mehmûd Ebdula hîn li cem El-Nusra girtîne.

Her wiha hate gotin ku komên çete li Til Ebyed û gundên wê welatiyên bi navê Elî Ebû Wehîd (17), Elai Şêxo, Ibrahîm Elî Şêxo, Arif Muslim Hisên, Farûq Eqîl, Wehîd Eqîl, Umer Elo, Reşad Elo, Subhî Mihemed Reşo Piling, Mehmûd Xelfo (50), Ebdula Mihemed Mihemed (17), Nîhad Mistefa, Mehmûd Mistefa, Nîdal Mihemed Xan, Mehmûd Binyamîn, Elî Xelîl Xonî Xelîl Mistefa Îmam jî revandine û heta niha çarenûsa wan ne diyare.

Navê welatiyên kurd ên ji Reqayê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin ev in: Ehmed Mişo, Xalid Xelîl Muslim, Nîhad Yûsif, Ebdula Hesen Elî, Mihemed Îsmaîl Hesen Elî, Elî Mihemed Xelîl Zên, Sebrî Muxtar Mizxne, Mistefa Ehmed, Idrîs Mişo, Hogir Xidir, Ferman Mihemed Osman, Mihemed Sefqan, Elî Uwês Cemal Ibrahîm, Ibrahîm Ebû Sexir Hemze, Rênas Sebrî û endamê Mala Gel a Reqayê Hikmet.

Çavkaniyan dan zanîn ku hîn gelek navên din jî hene lê malbat ji tirsare navan diyar nakin.

Hin welatiyên ku hatibûn revandin û piştre serbest hatin berdan diyar kirin ku welatiyên hatine revandin rastî îşkenceya hovane ya komên çete tên.