Sîxurê MÎT’ê Abdulhakîm Çapras ê ji Hewlêrê reviya
Sîxurê MÎT’ê Abdulhakîm Çapras ê ji Hewlêrê reviya
Sîxurê MÎT’ê Abdulhakîm Çapras ê ji Hewlêrê reviya
Abdulhakîm Çapras ê li Başûrê Kurdistanê Hewlêrê di kargeha Familymool dixebitî derket holê ku sîxurê MÎT’ê ye.
Li gor nûçeya Navenda Lêkolînên û Stratejîk a Kurdistanê, Abdulhakîm Çapras ê ji Bismila Amedê ye ji aliyê MÎT’ê ve di sala 2013’an de li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê li kargeha Familymool a kirînûfirotinê hatiye bicihkirin. Çapras li vir nasnavê Egîd li kar tîne. Sîxurê MÎT’ê Çapras, li Hewlêrê pêywira wî ciwanên ku ji bo tevlî PKK’ê bibin ji Bakurê Kurdistanê tên Hewlêrê cihê wan tespît dike û bi MÎT’ê re dikeve nava hewldanên van ciwanên ji bo tevlîbûna nav PKK’ê hatine rêxistin bike û wan ji nava refên PKK’ê bide revandin.
Sîxurê MÎT’ê Abdulhakîm Çapras ê ku pêywira wî ya sereke bi taybetî tespîtkirina cihê ciwanên ku nû tevlî PKK’ê dibin û heke têkiliyekê deyne jî wan bide revandin, li gel vê yekê jî pêywireke wî ya din jî lîsteyên ku ji aliyê MÎT’ê ve jê re tên şandin cihê wan tespîtkirin e. Sîxur Çapras li gorî lîsteya ku ji aliyê MÎT’ê ve jêre tê şandin û malbatên ku zarokên wan di vê lîsteyê de cih digirin û ji aliyê Walîtiyan ve malbatên ku ji bo zarokên xwe şûnde vegerîne li gorî tespîtkirina cihê wan bi malbatan re têkilîdayîn e.
Li ser vî esasî Walîtiyên Amed, Êlih, Sêrt û Stenbolê numaraya telefona sîxur Abdulhakîm Çapras 0751 0422 149 dan 18 malbatên ku şandine Başûrê Kurdistanê ji bo bi vî sîxurî re têkiliyê deynin. Malbatên ku bi otobusan çûne Hewlêrê ji aliyê vî sîxurî ve hatine pêşwazîkirin û ji bo wan bişînin Kampa Penaberan a Mexmûrê, Herêmên Parastinê yên Medyayê yên wekî Garê, Metîna û Qendîlê rê nîşanî wan hatiye dayin.
Sîxur Çapras ji malbatan re ji bo zarokên xwe bibînin wê çi bikin, malbatên ku ji bo zarokên wan vegerin wê çawa wan îqna bikin û bi taybetî ji malbatan xwestiye dema ku zarokên wan ji nava PKK’ê jî birevin bila xwe li PDK’ê bigirin.
Sîxur Çapras ji malbatan re wiha gotiye: “Ji zarokên xwe re bibêjin dema ku bi aliyê PDK’ê ve hatin bila xwe radestî qereqolên PDK’ê an jî nuqteyên kontrolê yên ku derketin pêşiya wan bikin. Bila ji wan re bibêjin ew ji PKK’ê reviyane û bila telefona min bidin wan ji wan bixwazin li min bigerin. Dema ku agahî ji me re bê em ê demildest biçin wan bînin. Wê demê hûn ê dikaribin bi zarokên xwe re vegerin. Jixwe hûn di vegerê de di deriyê sînor de rastî astengiyekê nayên û hûn ê bi hesanî derbasî Tirkiyeyê bibin.”
Sîxur Çapras li gorî pêywira ku jêre hatiye dayîn tevdigere û bi van gotinan dixwaze malbatan îqna bike.
Hat tespîtkirin ku sîxur Abdulhakîm Çapras cihê ciwanên ku tevlî PKK’ê bûne tespît dike, agahî û wêneyên der barê ciwanan de yên ku bi dest dixe, dike pakêt û ji Mehmet Şerîf Înan ê ku li Tirkiyeyê dimîne û vê numaraya telefonê 0532 337 64 25 ku bi kar tîne re dişîne.
Sîxur Abdulhakîm Çapras ê fêm kir ku wê bê girtin, bê pasaport reviyaye û ji aliyê MÎT’ê ve di Deriyê Xabûrê de derbasî Tirkiyeyê hatiye kirin. Karkerên ku ji Bakurê Kurdistanê hatibûn li Başûr dixebitîn diyar kirin ku wan li mala Çapras lêgerîn kirine û di encama lêgerînê de pasaporta ku aîdî Abdulhakîm Çapras, “navnîşanên ku bi wan re diket têkiliyê” lênûska ku gerîlayên nû tevlî PKK’ê bûne yên ku temenê wan di navbera 18-20’an de ya ku li şûna xwe xistiye, CD’yek ku agahî û wêneyên 20 gerîlayên cihê ku lê dimînin hatin bidestxistin.
Tê îdîakirin ku Abdulhakîm Çapras piştî derbasî Tirkiyeyê bûye, derbasî Amedê bûye û li cihê lê digere xwe carinan wek ESP’î carinan jî xwe wek HDP’î dide naskirin xebatên xwe dimeşîne.