Siyasetmedarê Kurd li bajarê jiyana xwe ji dest da hat bîranîn

Siyasetmedarê Kurd li bajarê jiyana xwe ji dest da hat bîranîn

Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak, li bajarê dawî li jiyana xwe anî, ji aliyê hevalên xwe yên têkoşînê hat bîranîn. Di bîranînê de hat gotin, "Xwedîderketina li Cemal Kavak xwedîderketina li têkoşînê ye."

Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak, di yekemîn salvegera ji dest dayîna jiyana xwe de, li bajarê Awûstûrya Innsbruckê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Awûstûryayê (FEY-KOM) ve bi çalakiyekê hat bîranîn. Di merasîma bîranînê ya li Mala Gelê Kurd a li Innsbruckê de, kurê Kavak Eyup Kavak, parêzer Mahmût Şakar, rêveberê FEY-KOM'ê Selahattîn Yoldaş û gelek Kurdistanî amade bûn. 

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna siyasetmedarê Kurd Kavak û hemû cangoriyên Kurdistanê destpê kir û dûre sînevîzyonek li ser jiyana Kavak hat nîşandan. Li dû sînevîzyonê kurê Kavak Eyup Kavak nameyek Kekê xwe Devrîm Kavak ê li girtîgeha Çewlikê cezayê bêdawî lê hatiye birrîn xwend. Eyup Kavak piştî nameyê behsa kesayeta têkoşer a bavê xwe kir û diyar kir ku dilsoziya bi bîranîna bavê wî re, bi mezinkirina têkoşînê dibe. Kavak bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk û diyar kir ku dive êdî dewlet gavan biavêje û di çarçoveya van gavan de jî pêwîste derfet bên afirandin ku Kurdên sirgunkirî karibin li welatê xwe vegerin.

“XWEDÎKETINA LI CEMAL KAVAK XWEDÎDERKETINA LI TÊKOŞÎNÊ YE”

Dûre parêzer Mahmût Şakar mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku dostaniya wî ya li gel siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak gelekî kevne û diyar kir ku Kavak mirovekî jiyana xwe yadî têkoşînê kiribû. Şakar ragihand ku xwedîderketina li Cemal Kavak xwedîderketina li têkoşînê ye û got, "Heval Cemal ji me hemûyan bêtir ji jiyanê hez dikir. Jiyana wî jê hez dikir, ne jiyana kolebûyî, jiyaneke azad bû. Ew şervanekî baş ê jiyana azad bû. Divê em mîrateya wî dewam bikin."

Li ser navê FEY-KOM'ê Selahattîn Yoldaş jî da xuyakirin ku Cemal Kavak kesayetekî ku divê bi jiyan û têkoşîna xwe mînak were girtin û anî ziman ku Kavak xwedî taybetmendiyên fedekarî, biryardarî û kedê bû. 

Piştî axaftinan, merasîm bi dayîna xwarina ji bo bîranîna siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak bi dawî bû.

Bi wesîleya yekemîn salvegera ji destdayîna jiyanê wê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak îro saet di 14'an de li bajarê Swîsre Zurichê û saet di 17'an de jî li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê ku gora wî lê ye, were bîranîn.