Siyasetmedarên Dêrikê êrîşên çeteyan şermezar kirin
Siyasetmedarên Dêrikê êrîşên çeteyan şermezar kirin
Siyasetmedarên Dêrikê êrîşên çeteyan şermezar kirin
Siyasetmedarên Kurd li li Dêrikê êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Nerazîbûnên siyasetmedarên Rojava li êrîşên El Nusra didomin. Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan a Pêşverû li Sûriyeyê (PDKPS) Umer Cafer û nûnerê Dêrikê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PYDKS) Xebat Osman ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA)'ê re axivîn û êrîşên komên çete yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Endamê Polîtburoya PDKPS Umer Cafer êrîşên komên çeteyan û fetwayên bi navê Îslamê yên ji bo talankirina malên Kurdan û qetilkirina wan bi tundî şermezar kir.Cafer got “Armanca wan êrîşan ew e ku fitne û tevliheviyê têxin nava civaka Rojava. Eger ew hilweşandina rejîmê dixwazin bila herin li Şamê şer bikin.”
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Şaxa Dêrikê Xebat Osman jî êrîşên komên çete şermezar kir û diyar kir ku komkujiyên li Til Hasil û Girê Spî (Til Ebyed)’ê nîşan didin ku El-Nusra di şerê li dijî Kurdan de têk diçe.
Osman bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên komên çeteyan yekîtiya xwe bi hêz bikin.