Sofî: Em di fermana Rêber Apo de ne

Sofî: Em di fermana Rêber Apo de ne

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî da zanîn ku dê gerîla li hemberî hemû êrîşên li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd bi awayeke pir berfireh li ber xwe bidin û bal kişand ku polîtîkayên qirkirinê  yên dewleta Tirk bi awayeke herî qirêj berdewam dike. Sofî got: “Em hêza leşkerî ne, em di fermana Rêber Apo de ne.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî derbarê civîna Konseya Leşkerî ya HPG’ê ku di van rojên borî de pêk hat ji ANF’ê re axivî. Sofî da zanîn ku wana di civînê de bûyerên sala 2012 û bûyerên ku dê di sala 2013 de biqewimin nirxandine. Her wiha, Sofî ragihand ku wana rewşa niha ya artêşa Tirk , amadekariyên ji bo sala 2013 û pêşketinên piştî operasyona Zapê nirxandine.

Sofî got: “Sala 2012 ji bo dweleta Tirk bû sala windakirinê. Dewlet pir tengav bû. Ji bo pêşketinên di nîva havînê de çêbûn civînek taybet pêk anîn. Ne wezîr ne jî rayedarek din nekarî biçe Şemzînanê. Dewletê serweriyê winda kir.” Sofî da zanîn ku gel bi dilsoziyeke xurt xwedî li gerîlayan derketiye û serhildana gel a li Elkê weke mînak nîşan da û got ku gerîlayan serweriya hin bajaran jî xistin destê xwe.

BERXWEDAN ÎMRALIYÊ RÊYA ME RONÎ KIR

Sofî got: “B eriya her tiştê berxwedana Rêber Apo di vê salê de dest pê kir. Berxwedana li Îmraliyê rêya me ronî kir, biryarbûna me xurt kir, israra me ya ji bo serkefitnê zêde kir” û da zanîn ku li gel vana û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan gelê Kurd di sala 2012 de bi ser ket.

Sofî çalakiya fedayî ya ku gerîlayên HPG’ê li bajarê Tirkiye Qeyseriyê pêk anîn weke “peyama sala 2012” bi nav kir û bal kişand ser çalakiyên gerîlayan ên ku piştî vê çalakiyê pêk hatin.

SERFERMANDAR NIKARÎ BIÇE SERDANA QEREQOLÊ

Sofî bi bîr xist ku li dijî gel jî operasyonên qirkirina siyasî hebûn û got: “Roboskî li ber çavên cîhanê pêk hat. Li Roboskiyê 34 mirovên me şehîd bûn. Van bûyeran hêrs û kîna gerîlayan û hesta tohildanê di sala 2012 de zêde kir û ev yek di çalakiyan de hate dîtin.” Sofî bi bîr xist ku hemleya 2012 bi çalakiya li Şitazinê dest pê kir û got: “Tişta ku di çalakiya Şitazinê de hate dîtin çi bû? Ruhê fedayi bû. 15 hevalên me al heşandin û ber dijmin de çûn. Me vê yekê di nava xwe de nirxand, me rexne kir û me niha jî rexne dikin. Ruhê fedayi her tim divê, lê wextê wê jî heye.” Sofî ku diyar kir ku piştî çalakiyê kontrola rêyan kete bin kontrola gerîlyana û da zanîn ku serfermandarê artêşa Tirk newêriya bê serdana qereqolê û got: “Ne tenê qereqolê, şeva ku serferamndar li tûgaya Geverê bû hevalan çalakî pêk anî.”

JI BO BINKETINÊ LI XWE MIKÛR TÊN

Sofî bal kişand ser binketina artêşa Tirk a piştî van çalakiyên gerîlan û da zanîn ku rayedarên Tirk bi xwe li xwe mikûr hatin ku bin ketine û got: “Ji sedî 10’ê pîlotên şer îstîfa kirin. Serokwezîr bi xwe rabû û got ku êdî fermandarên ku ew bişîne herêmê nemaye. Hemû di girtîgehan de ne. Ev şyek binketinek e.”

RUHÊ FEDAYI LI PÊŞ E

Nûredîn sa zanîn ku windahiyên gerîlayan jî çêbûne û got: “Diviyabû ku me kêmtir şehîd bidana. Ev yek bi ruyê fedayiyê ve girêdaye. Ger hinek heval hesastir û bihîstiyar tevbigeriya şehîd nediketin. Lê ruhê fedayî, kîn û hêrsa di hundurê wan de derket pêş.”

EM Ê WEKE HPG’Ê PEYWIRA XWE BI CIH BÎNIN

Fermandarê HPG’ê Sofî da zanîn ku wana di civîna xwe de gelek biryar girtine û got: “Em ê di sala 2013 de encamên xurtir bigirin û ragihand ku dê gerîla li hemberî hemû êrîşên li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd bi awayeke pir berfireh li ber xwe bidin û bal kişand ku polîtîkayên qirkirinê  yên dewleta Tirk bi awayeke herî qirêj berdewam dike.

Sofî da zanîn ku konsepta îmhayê hatiye pûçkirin û got ku artêş êdî nikare operasyonên bejahî li dar bixe û got: “Ger li welatekî fermandarên artêşê, siyasetmedar nikarin bi rehetî li welatê xwe tevbigerin, ev yek tê wê wateyê ku dewlet nemaye. Ev yek li Şemzînan, Elkê, Çelê, Dêrsim û Erziromê çêbû.”

ARTÊŞA BI PERE FIYASKO YE

Sofî got: “Encama artêşa taybet an jî artêşa bi pere fiyasko ye” û diyar kir ku ev artêş negihişt hejmara ku dihate hêvîkirin û got: “Çima? Ji ber ku tê zanîn ku dewleta Tirk di vî şerî de neheq e.” Sofî got: “Ya din jî, bi çalakiyên gerîlayan ên li Şitazin, Rindikê, Amed, Erzirom, Dêrsim û dîsa li Şemzînanê aşkere bû ku artêş bin ketiye.”

EM TEKNÎKA BI MILYONAN DOLARÎ BI SÎWANÊ PÛÇ DIKIN

Sofî bal kişand ser teknîka ku di şer de tê karanîn û got: “Em vê teknîkê dinirxînin. Ev desteka teknîkê ji hêzên navneteweyî werdigirin. Erdogan hemû dîplomasiya xwe, hemû gerên xwe yên li derveyê welêt, her tiştên Tirkiyeyê ji bo kirîna balafirek şer, balafireke keşfê difiroşe.”

Sofî diyar kir ku li hemberî vê teknîkê windahiyên gerîlayan çêbûn, lê bi salan re gerîlayan taktîkên nû pêş xistin û got: “Mînak em bi sîwanan teknîka bi milyonan dolar û balafirên keşfê vala derdixistin. Lê ya herî girîng vîn û bawerî ye, dilsozî ye. Artêşa Tirk artêşeke neheq e. Zilmê dike.”

EM JI BO HEMÛ PÊŞKETINAN AMADE NE

Sofi da zanin ku ew weke HPG’ê ew ê hemû êrîşên li dijî gelê Kurd pûç bikin û diyar kir ku dê gerîla li hemberî hemû êrîşên li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd bi awayeke pir berfireh li ber xwe bidin. Sofî wiha got: “Em xwe li gorî vê amade dikin. Em hêza leşkerî ne, di emir û fermana Rêber Apo de ne. Her wiha em di ferman rêveberiya KCK’ê ya ku temsîla vîna gelê Kurd dike de ne. Niha li herêmê nîşaneya pêşketina êrîşên li ser gelê me hene. Her roj operasyon hene. Wer dixuyê ku dê sala 2013 bibe saleke dijwar. Ji ber wê jî amadekariyên me ji bo hemû pêşketinan re hene.”

Sofî da zanîn ku ew jî şehîdan îlhamê werdigirin û got: “Ez nikarim navên wan yek bi yek bêjim. Lê derdora 340 hevalên me yên şehîd bûn bi bîr tînim. Ji hevalên me yên şehîd Şehîd Mehmed Goyi, Şehîd Nûman, Şehîd Rojîn û herî dawî heval Cesûr bi rêzdarî bi bîr tînim.”