Şopên ziyandayîna artêşa Tirk ti carî ji xwezayê wenda nabin

Şopên ziyandayîna artêşa Tirk ti carî ji xwezayê wenda nabin

Her çend di ser re sal derbas dibin jî, şopên şerê qirêj ê dewleta Tirk li ser xwezaya Kurdistanê her xuya dibin.

Çawa ku hêzên desthilatdar komkujiyan li ser gelan didin meşandin û ew komkujî û talankirin birînên nayên dermankirin di dilê mirovan de vedikin, di şerê ku artêşa Tirk li dijî gerîla meşandiye de, parçe ji canê xwezaya Kurdistanê hatine parçe kirin û şopên wê ye bi salan derbas nabin. 

Dema ku du gerîlayên jin û ez ber bi yekîneyeke gerîlayên ji ve diçûn, di şîveriyan de dîmenên ku bala mirov dikişandin hebûn. 

Ew dîmen jî bermahiyên bombabaranên dewleta tirk ên sala 2012 an bûn. 

Çima artêşa Tirk ew cihên ku mirov lê nîne bombebaran kiriye, mirov wate nadiyê, yan jî xwezayê çi zerarê dide wan dîsa mirov nikare wê desthilatdariya wan a li ser xwezayê biqurpîne. 

Gelo mirov dikare bibêje dibin navê gerîla li wan deveran dimîne, artêşa Tirk êrîşî xwezayê dike û her deverê bombebaran dike. 

Lê ew der ne cihekî mayînê bû ne jî daristanekî gur bû ku gerîla xwe di nav de veşêrin. Ev dibe nîşanêya artêşa Tirk ku ev bi salane ziyanê dide xaka Kurdistanê û naxwaze gelê Kurd ji bereketa wê axa pîroz sûdê werbigire.