Şoreşgera ji Rojavayê Kurdistanê Dîrok Amûdê jiyana xwe ji dest da

Şoreşgera ji Rojavayê Kurdistanê Dîrok Amûdê jiyana xwe ji dest da

Yek ji pêşengên tevgera şoreşger a jinê ya Rojavayê Kurdistanê Şêxa Ebdilqadir Mihemed (Dîrok Amûdê) ya jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê ya Kurd kir, ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da. Dîrok Amûdê dê îro li axa lê ji dayik bûye, were oxirkirin.

Dîrok Amûdê ku 22 salên xwe da têkoşîna azadiyê, ji ber nexweşiya kanserê ya ji sala 2008'an û vir ve pê ketibû, li Şamê dema dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Dîrok Amûdê di sala 1965'an de li Til Xenzir hat dunyayê û di sala 1991'ê de beşdarî refên PKK'ê bû.

Amûdê di sala 1996'an de ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hat girtin û piştî sal û nîvekê li zîndanên Şam û Helebê yên bi îşkenceya xwe navdarin ma, azad bû û xebatên xwe yên siyasî demekê li Rojava dewam kir.

Amûdê ku di sala 2008'an de li Qamişloyê pê hesiya ku bi nexweşiya kanserê ketiye, li gel vê yekê jî xebatên xwe yên dewam kir.

Amûdê ji ber giranbûna nexweşiya wê, di sala 2012'an de li Şamê tedawî dît û di 20'ê Cotmehê de çavên xwe li jiyanê girt.

Roja duşemê, li Navenda Osman Sebrî ya Çand û Hunerê merasîmek bi beşdariya dehan ji welatiyên Kurd û Ereb jêre hate lidarxistin.

Piştî merasîma li vê derê cenazeyê Dîrok Amûdê roja Sêşemê anîn Qamişlo. Cenaze li gel malbat û endamên Meclîsa Gel ji aliyê girseyek qelebalix ve hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Dîrok Amûdê dê îro ji Qamişloyê bişînin Amûdê.

Rêxistina Yekîtiya Star derbarê têkoşera Kurd Dîrok Amûdê ya ku li paytexta Sûriyê Şamê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Dîrok Amûdê jiyana xwe fedayî doza azadiya gelê Kurd û jina Kurd kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkoşera Kurd Şêxa Mihemed bi nasnav Dîrok Amûdê piştî berxwedana 7 salan a bi nexweşiyê re jiyana xwe ji dest da, em bi vê munasebetê ji malbatê û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û hemû cangoriyên şoreşê bibîr tînin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Star de hate destnîşankirin ku têkoşera Kurd Dîrok Amûdê tevî nexweşiya xwe ya giran jî têkoşîna xwe dewam kir, ew her tim di nava gel û hevalên xwe de nimûneya hezkirin û fedekariyê bû.

Di dewama daxuyaniyê hate gotin ku ‘’Şehîd’’ Dîrok di pêvajoya 22 salan de xebat û têkoşîneke bê hempa birêve biriye, her wiha ew pêşenga doza azadiya jinên Rojava û yên hemû parçeyên Kurdistanê bû.

Yekîtiya Star di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir kuewê li ser rêya Dîrok û hemû cangoriyên azadiyê têkoşîna xwe bilind bikin.

Şêxa Mihemed 2 birayên xwe jî li refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd winda kir. Gerîlayên PKK'ê Muhdî Mihemed (Dilovan) di sala 1992'an, Dirêî Mihemed (Diyar) jî di sala 1993'an de di şer de jiyana xwe ji dest dan.