Hat ragihandin ku Spanya ji bo bankayên li welat rizgar bibin, dê îro alîkariya aborî ji Yeketiya Ewropayê (YE) bixwaze. Ger ev pêk bê, Spanya dê bibe welatê çarem yê ji YE’yê yê alîkariya aborî dixwaze
Alîkarên wezîrên Aborî yên YE’yê ku dê îro tevlî konferansê bibin, tê gotin ku li gorî hinek çavkaniyan 40 milyar euro, li gorî hinek çavkaniyan jî 100 milyar euro pere ji bo rizgarkirina bankeyên li welat bixwaze.
Alîkara Wezîrê Aborî yê Spanyayê Soraya Saenz de Santamariya di daxuyaniya dayî de destnîşan kir ku, hikumeta wan tu alîkariya aborî ji ÎMF’ê daxwaz nekiriye. Tê ragihandin ku, ÎMF dê heya 21’ê pûşperê nirxandina xwe bike, her wiha ger ev rewş wisan dirêj bike dê di aboriya Spanyayê de pirsgirêkên cidî çêbike.
Di vê rewşê de Spanya li hemberî bandorên krîza aborî bi derengketina nava tevgerê hatibû rexnekirin.
Komîsertiya Komîsyona Ewropayê ya ji aboriyê berpirs aşkera kir ku heya niha Spanyayê daxwaza alîkariyê nekiriye, lê belê agahiya konferansa ku dê li ser rewşa aborî ya Spanyayê bê lidarxistin nederewand.
Di derbarê alîkariya ji bo Spanyayê de her kesê berê xwe daye Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê, lê Merkelê jî bilêv kir ku, di derbarê alîkariyê de biryar ya Spanyayê bi xwe ye, her wiha di derbarê kêmkirina butçeyan de jî dê tu welat dê zextan neke.
Tê gotin ku, ger Spanya daxwaza alîkariya aborî bike, tê wê wateyê ku hikumeta Spanyayê dê ne îdarekirina aborî ya welat bipejirîne û di raya giştî de baweriyê wenda bike.
Aborîzan jî bilêv dikin ku, hikumeta Spanyayê pêwîste ji bo pirsgirêkên aborî çareseriyên lezgîn bîne, weke Yewnanîstanê Spanya jî îflasekê bijî dê bandoriyekî xirabker li YE’yê bike.