Spas Şêrko Bêkes!

Spas Şêrko Bêkes!

Hevserokê Konseya Serokatiya KCK'ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya vê heftê ya li rojnameya Azadiya Welat de, helbestvanê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes yê beriya çend rojan li Swêdê çavên xwe li jiyanê girt, bibîr anî. 

Bayik bi van gotinan helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes bibîr anî:

"Me dostê min helbestvanê kurd ê navdar ber bi koça dawî bi rê kir. Gelê kurd helbestvanê xwe yê nirxdar wenda kir. Şêrko Bêkes yek ji çend helbestvanên navdar ên kurd bû. Kedeke wî ya mezin di avakirina hest, ruh, hezkirina jiyanê ya demokratîk û azadiyê ya gelê kurd de heye. Ew nirxên ku bi gelê kurd daye qezenckirin tu caran nayên jibîrkirin. Gelê kurd heta ku hebe hebûna jî wê hîs bike. Helbestvanê nemir ez li ser navê tevgera xwe û gelê xwe spasî û minetdariya xwe pêşkêşî te dikim! Rehet razê! Ev zarokên kurdan ên ku helbestvanên mezin ruh daye wan, dê hemû parçeyên Kurdistanê bigihîne azadî û jiyana demokratîk. 

Helbestvanê mezin, ji ber ku dostekî min wekî te heye ez gelekî şanaz û serbilind im. Ev serbilindiya ku te bi min daye jiyîn, ez ê her dem bi bîr bînim. Bîranînên te barê ser pişta me zêdetir kiriye. Di destê me de ji layiqbûnê pêşdetir tu rêyek din tune ye. 

Fîlozofekî Yewnan gotiye ‘Hêza kesên staran çêdikin ji yên ku qanûnan çêdikin zêdetir e’. Piştî windakirina te, me rastiya vê gotinê careke din dît. Ew hêz û bandora te ti caran kêm nabe û wê wisa bidome. Ew afirînerî û avakeriya te her dem dê were hîskirin. Hebûn, bandor û hêza te ya di nav gel de her roja dê mezintir bibe. Hêza helbestvanan. Hunermendan û wêjenasan heta bêdawî dê bidome. Ji ber ku ew karê pîroz dikin. Ji ber vê yekê kesayeta wan jî pîroz e. Nemirbûna wan ji vê derê tê.  

'HELBESTVAN BI HEST Û RAMANÊN XWE JIYANÊ DIAFIRÎNIN'

Civaka ku nirx bide helbestvan, hunermend wêjenasên xwe, wê demê azadî û jiyan heq kiriye. Civakên ku nirxeke mezin didin helbestvan, hunermend û wêjenasên xwe, ev civakên bi hêz in. Dibe ku kurdan berê vê yekê fêm nekiribûn. Ger ku îro kurd hene û em qala kurdîtiyê dikin, keda mezin ê helbestvan, humermend û wêjenasan e. Ger ku îro pênc-deh berhem ji me re mîrate nemana gelo me yê îro qala kurdîtiyê bikira? Ev rastî tenê girîngiya helbestvan û hunermendan a di hebûna civakê de nîşan dide. We pêşiya helbestvan, hunermend û wêjenasên mezin vekir. Bi vê yekê re hêza jiyanê, xwesteka azadî û demokrasiyê ya gelê kurd zêdetir bibe. Ji ber vê yekê civak deyndarê we yê minetê ye.  
Hunermend her dem têkoşerên li dijî xirabiyê ne û bi hest û ramanên xwe her dem jiyanê diafirînin. Ji ber vê yekê heta bêhna xwe ya dawî jî bûne şervanê başiyê. Ji ber vê yekê wextê ku avakarên xweyikbûnê bûn û di têkoşîna wê de jiyana xwe ji dest dane. Di nava şer de jiyan xwe dan. Ew bûne xwediyê jiyanê û hatine asta şehîdbûnê. 
Kesên ku herî zêde xizmet ji gel re kirine helbestvan in û ev jî watedar e. Ji ber ku xizmeteke mezin ji gel re kiriye gihîştine vê rûmetê. Ji ber vê yekê heta bêhna xwe ya dawî bi moral bûn; di rehetiya ku peywira xwe ya ji bo gel bi cih anîne de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê helbestvan, hunermend û wêjenas bi rûkenî xatirê xwe ji vê dinyayê xwestine. Gelo jiyana mirov ji vê xweştir û watedartir heye? Wextê ku mirin nêzîk dibe û bêhna xwe ya dawî dide, moralbûn û hêvîdarî encax dibe nesîbê mirovên wisa mezin.

'TU XWEDÎ LI VÎ GELÎ DERKET, DÊ EV GEL JÎ HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI TE DERKEVE'

Helbestvanê mezin ez ê te tu caran ji bîr nekim! Pirtûkên te yên îmzekirî her dem dê li ber serê min bin! Ez ê her dem qala te bikim! Ev tevger her dem dê te bi bîr bîne! Dê ji helbest û hestên te xwedî bibe!
Min bihîst ku te wasiyetnameya xwe nivîsandiye, ev yek bandorek mezin li ser min çêkir û ez hestewar bûm. Wextê ku hevalan ev agahî anîn min biryara nivîsandina nameyekê wergirt. Lê ji ber ku rewşa te min di cih de nebihîst û di dema wê de nenivîsand ez xemgîn im. Min xwest ku hestên xwe di van hevokan de bînim ziman. 
Ne mumkun e ku mirov karibe te bide naskirin. Ji bo ku mirov te bide naskirin divê wekî te helbestvanê avakerê hestan be. Lê dîsa jî min xwest bi van hevokan hevaltiya bi te re nîşan bidim. Ji ber ku ez dizanim tê min bi başî pêşwazî bikî, min bi vî awayî xwe anî ziman.
Tu xwedî li vî gelî derketî, dê ev gel jî heta dawiyî xwedî li te derkeve!"