Srî Lanka kampên penabera digire

Srî Lanka kampên penabera digire

Srî Lankayê ragihand ku ew ê kampên nêzî 300 hezar kesên ji ber şerê etnîkî qewimîn reviyan, hatin avakirin bigirin.

Berdevkê artêşê Ruvan Vanigasekera ragihand ji kampa Menik Farm a li herêma Vavuniya ya li bakûrê welêt û yek ji mezintirîn kampên penaberan a cîhanê ye, 161 malbat (1186) malbat veqetiyan. Berdevk da zanîn ku ji ber şer û pevçûnên biçûk li hin deverên welêt berdewam dikin, ji ber wê jî hin kampên biçûk vekirkî hatine hiştin.

Di 25’ê Çileya 2009 de artêşa Srî Lankayê bi 50 hezar leşker ve ket bajaroka biçûka a bi navê Mullaitivu û bi dest xist. Li vir 2 hezar milîtanên Tamîlê li ber xwe dan. Di 25’ê nîsanê de Pilingan paş ve kişiyan û gihiştin peravaên li Puttumatlanê. Piştre, li wir nêzî 50 hezar kes di nava şer de asê man, 100 hezar kes jî bûn penaber.

Di 17’ê Gulana 2009 de artêşa Srî Lankayê axa Tamîlan dorpêç kir û piştre rojekê rêberê Tamîlê Velupillai Prabhakaran hate kuştin. Dîmenên wî di çapemeniyê de hatin parvekirin. Li ber çavên cîhanê komkujî pêk hat. Li gorî NY’yê tenê 30 hezar kes hatin kuştin. Lê bîlançoya rast ji vê gelek zêdetir e.