Starta bernameyên Hefteya Mafên Mirovan li Roboskiye destpê kir
Starta bernameyên Hefteya Mafên Mirovan li Roboskiye destpê kir
Starta bernameyên Hefteya Mafên Mirovan li Roboskiye destpê kir
Nûner û rêveberên TÎHV, ÎHD û MAZLUMDER'ê yên Amedê û Baroya Amedê, di çarçoveya hefteya mafên mirovan a 10-17'ê Kanûnê de îsal bi navê "Aştî" li Roboskiyê starta çalayikan dan. Starta çalakiyan bi "Meşa Mafên Mirovan" li Roboskiyê meş pek anîn. Serokê Baroya Şirnexê Prz. Nuşirevan Elçî, anî ziman ku hurmet nîşanî mafê mirovan nehat dayîn û binpêkirinên pir zêde pêş ketin. Elçî, anî ziman ku peyvira dewletê ya sereke, bi lezgîn, rast û çalaka komkujiya Roboskî ronî bike û hesap bipirse.
Nûner û rêveberên TÎHV, ÎHD û MAZLUMDER'ê yên Amedê û Baroya Amedê, di çarçoveya hefteya mafên mirovan a 10-17'ê Kanûnê de îsal bi şiyariya "Aştî" li Roboskiyê start dan. Starta çalakiyên mafên mirovan li Robokiyê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên F-16 li ser welatiyan bombe barandin û di bombebarandinê de 19 jê zarok 34 welatî qetilkirin bi meşeke dest pê kir. Di meşê de serokên Baroyên Amed, Êlih, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn û parêzerên baorhyen herêmê amade bûn. Disa serokên şaxên ÎHD'ê yên herême jî tev li çalakiyê bûn. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî yen MAZLUMDER, MEYA-DER, BDP û gelek saziyên din jî tev li meşê bûn. Heyeta sazî, komele û rêwistinan bi girseyî serê sibê Gundê Roboskiyê ziyaret kirin. Heyet li Roboskiyê di ketina Goristanê de bi girseyî hat pêşwazîkirin. Malbatan di çalakiyê de wêneyên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin û di çalakiyê de ji bo şînê cilên reş li xwe kirin. Heyet ji aliyê malbatan ve hat pêşwazîkirin. Komê di çalakiyê de siloganên "Ji Roboskiyê re edalet", "Dewleta qatil dê hesap bide"
Piştî ziyaretê Serokê Baroya Şirnexê Prz. Nuşirevan Elçi, ani ziman ku ji ber kujerên Roboskiyê hêj nehatine ronîkirin û cezakirin wekî rojek reş e. Elçî, da zanîn ku 2 sal berê 34 can hatin qetilkirin û wiha got: "Heta niha tu qatil nehatin ronîkirin û nehatin darizandin. Heta niha tu gav nehatiye avêtin. Li gorî me AKP vê komkujiyê diarêze."
Serokê Baroya Amedê Prz. Tahir Elçî jî anî ziman ku wekî parazvanên mafên mirovan di roja mafên mirovan de îro li Roboskiyê kom bûne û wiha got: "Li Roboskiyê îhlalên herî mezin ên mafên mirovan pêk hatine. Bi piranî zarok 34 welatî bi hovane hatin qetilkirin. Bêyî ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin îhlalên herî mezin pêk hatin. Mixabin 2 sal berê komkujî pêk hat. Ev ne komkujiya yekem a li hemberi gelê kurd e."
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîci daxuyanî xwend. Bîlîcî, anî ziman ku 65 sal berê Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî hat qebûlkirin û wiha got: "Lê li Tirkiyeyê hêj mafên azadî û ramanê nayên parastin û hêj binpekirina mafan di asta herî jor de ye. Mijara sereke ya Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî "Aştî" û "Mafê Jiyanê" ye. Ji ber vê yekê divê Tirkiye beri her tiştî aştiyek adîl û bi rûmet pêş bixe. Hêj kujerê 34 welatiyên Roboskîyê nehatiye ronîkirin û hesap nehatiye pirsîn. Em dixwazin kujer bên darizandin û cezakirin. Em soza xwe nû dikin û dibêjin em Roboskî ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de 195 zarok û di 9 mehên ewil ên 2013'an de 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehan jî binpêkirina mafan derket asta herî jor û 350 girtî sirgûnî girtîgehên derve bûn. Niha 163 girtiyên siyasî di sînorê mirinê dene û nayên berdan. "
Bîlîcî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û wiha berdewam kir: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de aktorê herî girîng û sereke ye. Ji aliyê piraniya civakê û civîhanê ve wekî Rêber tê qebûlkirin. Lê hêj nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin pek bîne. Ji bo ku Ocalan karibe rola xwe ya aştî û çareseriyê bilîze divê berî her tiştî şert û mercên wî yên azadiyê pêk bên. Divê berî her tiştî karibe bi asayî hem bi parêzerên xwe û nûnerên saziyên sivîl ên civakî re hevdîtnin pêk bîne. Divê karibe bi her kesî re di nava diyalogêde be."
Bîlîcî xwest hefteya mafê mirovan li her kesî pîroz be û her kes li mafê xwe xwedi derkeve û biparêze.