Sunetê raya giştî ya Alman dabeş kir

Sunetê raya giştî ya Alman dabeş kir

Li Almanyayê piştî ku dadgeha Kolnê sunetê qedexe kir, nêrînên cûda di nava raya giştî de derketin pêş. Di venêrînên raya giştî de dîtin û nêrînên cûda hene.

Di venêrîna raya giştî ya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) ve hat kirin de, ji sedî 45’ê Almanan dixwazin sunet were qedexekirin. Ji sedî 42’yê beşdaran li dijî qedexeyê ne û ji sedî 13 jî naxwazin der barê mijarê de tiştek bêjin.

Ji sedî 33’ê kesên beşdarî anketê bûn, diyar kirin ku qedexekirina sunetê dê ziyanê bide îmaja Almanyayê û ji sedî 55 jî li hemberî vê yekê derketin.

Di meclîsa Alman de jî ji bilî Partiya Çepgir, hemû partiyên din dixwazin ev biryara qedexekirina sunetê bibe qanûn. Di dema dengdanê de jî tenê hin parlementerên Partiya Çegpir li hember biryarê derketin û parlementerên din ên çepgir bêlayen man.

Dadgeha Eyaleta Kolnê biryar dabû ku sunetkirin dikeve nava “sucên birîndarkirinê” û ev biryara dadgeha Alman li rastî nerazîbûnên tund ên Misilman û Cihûyan hat.