Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ragihand ku di balefira rêwiyan a Sûriye ya ku ji Rûsyayê dihat de cebilxaneyên malê Rûsan hebûn. Sûriyeyê bi daxuyaniyekê Erdogan derewand.
Wezareta Derve ya Sûriyeyê, bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan kir ku cebilxaneyên di balefira rêwiyan de bi dest xistine, nîşanî raya giştî bide.
Erdogan gotibû ku bi hinceta balefira rêwiya Sûriyeyê embargoya çekan a li ser Sûriyeyê guhdar nekiriye, hatiye desteserkirin. Erdogan diyar kiribû ku di balefirê de gelek cebilxane û çekên malê Rûsan hebûn.
Wezareta Derve ya Sûriye bi daxuyaniya ku di SANA’yê de hate weşandin, Erdogan derewand û diyarkirin ku di balefirê de tu tiştek ne qanûnî tune bûn. Wezaretê bang li Erdogan kir ku ger cebilxane di balefirê de bi dest xistibin, bi raya giştî re parve bikin.
Erdogan di daxuyaniyda da de diyar kir ku di balefira rêwiyan ya ku ji Rûsyayê diçû Sûriyeyê de cebilxane û tezcîhatên leşkerî hebûn, û ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re diçûn.
Şîrketa hindardeyê ya leşkerî ya Rûsyayê Rosoboronnexport bersiv da daxuyaniyên Erdogan û diyar kir ku tu cebilxaneyên wan di balefirê de tune bûn. Berdevkê Wezareta Derve ya Rûs Aleksander Lukaşevîç diyar kir ku ji 30 rêwiyên di balefirê de 17 Rûs bûn û aşkere kir ku jiyana van welatiyên wan ketiye metirsiyê, ji ber wê jî ji rayedarên Tirk daxwaza daxuyaniyekê dikin.