Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Sûriyeyê ragihand ku, ger êrîşa ji derve çêbibe em dê çekên kîmyewî û ne konvasiyonel bikar bînin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Sûriyeyê Cîha Makdesî li Şamê civînek ya çapemeniyê li darxist ku got; “Tu çekên kîmyewî û ne konvasiyonel li hember hemwelatiyên me nayêne bikaranîn.” Makdesî destnîşan kir ku, “Ev çekane tenê dema êrîşên ji derve hatin kirin dê bêne bikaranîn.”
Weke din li gorî ajansa nûçeyan ya Sana’yê Wezareta Enformasyonê ragihand ku, cîhazên îstîxbarata rojavayê bi hinek aliyên Ereban re hevkarî kirine û hewil didin jib o demek kin frenkansên kanalên peyka Sûriyeyê bêxin destê xwe û her wiha bi îstasyonên kontrola weşanê yên li welatên cîran nûçeyên bê bingeh biweşînin.