Sûriye: Tirkiye çîrokan dibêje

Sûriye: Tirkiye çîrokan dibêje

Berdevkê Wezareta Derve ya Sûriyeyê Cîhad Makdîsî bersiv da daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirk a ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye xistin û got; “Tirkiye çîrokan dibêje.”

Li gorî nûçeyan ajansa fermî ya Sûriye, SANA’yê, Makdîsî di civîna çapemeniyê ya îro li dar xist de, diyar kir ku Sûriyeyê li hemberî balefira şer a Tirk bi balefirşkênên 2,5 kmyî xwe parastiye. Makdîsî diyar kir ku daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû “ne rast in û çîrokan dibêje.”

Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû di daxuyaniya 24’ê hezîranê da de îdîa kiribû ku balefira wan li avên navneteweyî yên Deryay Spî de hatiye xistin û gotibû ku piştî balefir ket Sûriyeyê, piştî hişyariyê derket, piştî derket li balefirê xistine.

Makdîsî diyar kir xebatên rizgarkirin û lêgerîna balefirê berdewam dikin û destnîşan kir ku Sûriye girîngiyek mezin dide cîrantiya baş a bi Tirkiyeyê re û got; “Aliyê ku têkiliyên her du aliyan xirab kir, ne Sûriye ye.”

Makdîsî diyar kir ku divê NATO xurtkirina ewlekarî û aramiyê ji xwe re bike armanc û got; “An ne, ax, derya û hemû xaka Sûriyeyê ji bo Sûriye pîroz e.”