Sûriye û Rûsya: Di balefirê de tu çek tune bûn

Sûriye û Rûsya: Di balefirê de tu çek tune bûn

Balefirên şer ên Tirk balefira rêwiyan a Sûriye ku ji Rûsyayê dihat bi darê zorê daxistin. Her yek ji Sûriye û Rûsyayê der barê mijarê dê daxuyanî dan û dan zanîn ku di balefirê de tu çek tune bûn. Hat diyarkirin ku rayedarên Tirk hin belgeyan bi darê zorêbi rêwiyên balefirê dan îmzekirin û gefa binçavkirinê li pîlot xwarine.

Duh, balefirên şer ên Tirk ên F16 balefira rêwiyan a Sûriyeyê daxistin. Vê yekê aloziya di navbera Şam û Enqereyê de dijwartir kir. Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû diyar kir ku balefira rêwiyan bi tîpa Airbus A-320 a di navbera Sûriye-Rûsyayê de seferê dike, bi zorê li Balefirgeha Esenboga ya Enqereyê hatiye danîn. Çapemeniya Tirk îdîa kir ku balefir ji ber îdîayên çekan hatiye daxistin.

Di balefirê de 35 rêwî hebûn û saet di 02.30 de ji Enqereyê veqetiya. Sûriye û Rûsya îdîayên çekan derewandin.

SÛRIYE: JI BILÎ RÊWIYAN TIŞTEK DIN DI BALEFIRÊ DE TUNE BÛ

Seroka Saziya Hewayî ya Sivîla Sûriyeyê Geyda Ebduletîf got ku bi darê zorê daxistina balefirên rêwiyan binpêkirina huqûqa navneteweyî ye û got; “Ji bilî rêwiyan tu tiştek din di balefirê de tune bû.” Ebdulletîf got; “Her roj herî kêm du sê balefirên Tirk li ser Sûriyeyê re difirin, lê heta niha me tu tiştek nekiriye.”

RÛSYA: TU ÇEK TÊDE TUNE BÛN

Rûsyayê jî da zanîn ku di balefirê de tu çek tune bûn. Rayedarek Rûs ji ajansa nûçeyan a Rûs Interfax re axivî û got; “Di balefira rêwiyan de tu sîstem an jî parçeyên ji bo armancên leşkerî tune bûn”. Rayedarê Rûs got; “Ger em cîhazeke leşkerî bişînin Sûriyeyê, pêwîstî bi rêyên ne qanûnî tune ye,m eê dikarin bi rêyên din bibin. Em dikarin bi rêyên fermî vê yekê çareser bikin.”

‘BI DARÊ ZORÊ BELGE BI RÊWIYAN DAN ÎMZEKIRIN’

Televîzyona Russia Today jî diyar kir ku rayedarên Tirk bi darê zorê hin belge bi rêwiyan dane îmzekirin. Li gorî nûçeya di malpera înternetê ya televîzyonê de cih girt, rayedarên Tirk bi darê zorê belgeyên bi awayê “balefir bi awayek lezgîn daket û balefirên leşkerî yên Tirk mudaxele nekirine” bi hin rêwiyan dane îmzekirin.