Swêd: Tirkiyeyê endamtiya YE’yê bi dest nexistiye

Swêd: Tirkiyeyê endamtiya YE’yê bi dest nexistiye

Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt daxuyaniyek da AFP’ê û diyar kir ku Tirkiyeyê heta niha endamtiya YE’yê bi dest nexistiye û ji Enqere û Brukselê xwest ku zêdetir hewl bidin.

Wezîrê Derve yê Swêdê li bajarê Tirkiye Îzmîrê ye û li wir daxuyaniyek da AFP’ê. AFP’ê Bildt weke “parêzerê endamtiya Tirk” bi nav kir.

Wezîrê Derve yê Swêdê got: “Divê her du alî ji hewl bidin. Ji bo vê yekê divê li Tirkiyeyê her tim pêvajoya reforman hebe û Yekitiya Ewropa jî ji bo vê yekê deriyê xwe vekirî bihêle.”

Bildt da zanîn ku dê di dawiyê de Tirkiye bibe endama YE’yê û got: “Dema vê yekê ji min nepirsin, lê ez bi vê yekê bawer im.”

Tirkiye ji 2005’ê ve ji bo endamtiya YE’yê muzakereyan dike. Lê ev pêvajo xetimiye.