200 sal in welatê Swêdê beşdarî tu şeran nebûye û ji ber polîtîkaya wê ya bê alî pesnê wê tê dayîn. Lê vê carê xwe amade dike ku bîrdariya (abîde) şer li paytext Stockholmê deyne. Ev peyker dê ji bo bîranîna leşkerên mirin û birîndar bû li ber Mûzeya Dîrokê ya Deryayê bê danîn.
Hikûmeta Swêdê berpirsyartiya danîna peykerê da “Hêzên Çekdar”. Artêşê jî serî li Kosneya Hunerê ya Dewletê da û ji bo çêkirina bîrdariyê (abîde) pêşbaziyek were amadekirin. Dê hunermendên profesyonel peyker amade bikin û xwest heta 14’ê hezîranê ji wan re bişînin. Kesê ku bû yekemîn dê 450 kron pereyê Swêdê bidin wê/wê.
Hêjayê gotinê ye ku 200 sal in welatê Swêdê beşdarî tu şeran nebûye û ji ber polîtîkaya wê ya bê alî pesnê wê tê dayîn. Ev peyker dê ji bo bîranîna leşkerên li Efxanîstan hatin kuştin û birîndar bûn bê danîn, tê payîn ku were protestokirin.
Swêdê di 17’ê îlona 1809 de bi Rûsyayê re re peymana aşitiyê mor kir. Ji wê rojê heta sala 2002 beşdarî tu şeran nebû. Swêdê di 180’emîn salvegera peymana xwe ya aşitiyê de ji bo gelê herêmî yê Samî peykera aşitiyê ya li Lapplandê danîbû.