SZK: Divê rejîma Suriyê dest ji siyaseta nîjadperest berde

SZK: Divê rejîma Suriyê dest ji siyaseta nîjadperest berde

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku gelê kurd ê Rojava ji bo çareserkirina pirsgirêkan her tim riyên aştiyane bikar tîne, lê rejîma Suriyê siyaseta xwe ya nîjadperestiyê didomîne, hîn jî nahêle ku zimanê kurdî li dibistanan bê dayîn û yên ku dersan dide tehdît dike. SZK’ê bal kişand rejîm hewl dide ku li Şamê li gorî xwe zimanekê bi afirîne û xwest ku dest ji vê nîjadperestiyê berde.  

SZK’ê têkildarî astengkirina perwerdeya zimanê kurdî ya di dibistanên fermî de û tehdîtkirina mamosteyên kurdî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya SZK’ê wiha ye:

“Wek tê zanîn Sûrye ji hêla gel, netewe, ol û baweriyan ve weletekî pireng e. Pirengî, ji bo welatekî ne qelsî, brovajî vê yekê di hêla siyasî, aborî, civakî, çandî û di her hêl û alî de gencîne û dewlemendiyeke pir giranbiha ye. Li gorî xwezaya welatan  pêwîste dewlet û zagonên wan jî demokratîk û pireng bin. Di dîrokê de hatiye peyîandin ku Dewletên bi vê zanebûn, hişmendî û baweriyê, bi rêz nêzî pirengîya di welatê xwe de bûne, timî bextewar, serfîraz û serkeftî bû ne. Berovajî vê yekê dewletên wek dewleta Sûryê ku timî bi tirsa hillweşandin û parçekirina dewletê nêzî pirengiya di welatê xwe de bûne; her tim bûne sedema gelek karasat, êş û janên pir mezin. Ew karaseta ku îro di Sûryê de tê jiyîn jî encama vê hişmendiya înkarker û bêexlaqane ye. Lewre, heya îro jî rejîma Sûryê xelasiya xwe ya ji wê tirsê di tepeserkirin, bişavtin, înkar û tunekirina pirengiyên di welatê xe de dibîne. Ji bo vê yekê jî timî serî li rêyên bêexlaq, kirêt, û dijmirovahî yên weke kuştin, girtin, êşkencekirin, sexurandin, talankirin, vêrankirin, bêkar û birçî hiştin, ji cih û warê xwe dûrxistin û penaberkirinê daye û dide.

Bi taybet jî rejîma Sûryê ya şovenîst û nîjatperest piştî salên1960’î û vir ve siyaseta  xwe ya bişavtinê ku li dij hemû mafên xwezayî, civakî û mirovî ye,li ser gelê kurd qad be qad zêdekir û sepand. Belgenameya siyaseta “kembera ereb” a ku di sala 1962’an de bi armanca “erebkrina herêmên Kurdan” hatî amadekirin û rapora projeya erebkirina kurdan ya kubi navê “rizgarkirina giyana ereb a li Cezîrê”  ku ji hêla Amîrê Şaxê Siyasî yê herêma Hesekê ve hatî amadekirin û heya îro jî dewlet di vê siyaseta xwe de israr dike, her tiştê siyaseta bişavtin, îmha û înkarê ya rejîma Sûryê bi  awayekî rût û tazî radixe berçavan.

Digel hemû zilm û zordariya rejîmê jî gelê Kurd timî bi pivanên mirovî û exlaqî tevgeriya, ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu carê serî li riyên tundî û cudaxwaziyê neda û timî serî li riyên demokrtîk û aştiyane da û heta îro jî vê helwest û pozisyona xwe diparêze. Şoreşa ku îro li rojavayê Kurdistanê pêk tê jî di heman çarçoveyê de û bi armanc û daxwaza di Sûryeke demokratîk de xweseriya demokratîk a gelê Kurd û Kurdistê  dimeşe û pêş ve diçe. Digel vê yekê jî rejîma Sûryê ya nîjadperest hê jî dest ji siyaseta xwe ya gemar û qirêj bernedaye. Di siyaseta Kurd, Kurdistan û zimanê kurdî de teqlîta Erdogan dike.

Li aliyekî hê jî qebûl nake ku di distanan de zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê dayîn û ji bo ku ev yek pêk neyê jî li hemû mamoste û rêveberên dibistanên di herêmê de gefan dixwe û yên ku bi karê zimanê Kurdî radibin jî ji kar davêje. Li aliyê din jî bi awayekî sextekarane, ji bo ku gel bixapîne me’heda zimanê kurdî li şamê vedike û dixwaze alfabeya erebî li ser gelê Kurd ferz bike. Lê divê rejîma Sûryê ya nîjadperest ji bîra neke ku cih û navenda zimanê kurdî ne Şam e, Kurdistane. Biryara alfabaya zimanê kurdî jî ne ya rejima Şamê, ya gelê Kurd û sazyên wî  yên pêwendîdar e. Heke dewleta Sûryê wisa li ber dilê xwe bide ku kurd dê weke berê serê xwe li ber wê bitewîne, xwe dixapîne. Êdî li cihê kurdê sertewîner kurdê serhildêr û xwedî vîna azad daketiye qadên jiyan û têkoşînê.

Di vê çarçoveyê de Em wek saziya ziman û perwerdê, vê siyaseta dewleta Sûryê bi tundî şermezar dikîn û dibêjin: Heke dewleta Suryê dest ji vê siyaseta xwe ya nîjadperest, gemar û gefxwer bernede, wê gelê Kurd bê bersiv nemîne  û bersiva pêwîst jî wê bi awayê herî tund  bê dayîn.”