Tabelaya Şaredariya Farqînê jî hat daliqandin

Tabelaya Şaredariya Farqînê jî hat daliqandin

Piştî şaredariya Amed, Dersîm û şûnde şarederîya Silîvanê jî tabelayâ xwe ya bi tîpên Kurdî daliqand.

Şaredariya navçeya Sîlvanê a Amed’ê li kêleka tabelê bi Kurdî  “şaredariya Farqînê” daliqand. 

Di çerçeveya kampanya ku ji alêye BDP û DTK’ê ve hatibûn destpêkirin ku ji bonî Kurdî li hemû qada bê bi kar anînde şaredariya Sîlvanê bi dû zimanî tabela dalaqand. Li kêleka nivîsa berê ku li ser “Sîlvan Belediyesî” hebu, tabelaya bi Kurdî “şaredariya Farqîn” jî hat daliqandin.

Rayedarên şaredariyê, ji bonî ji derveyî şaradariyê bi rehetî bê dîtin, li avahiya xizmetê qata çaremîn ya ku li milê riya Amed di meyîzînê li ser diwarê vala ji heman tabela daliqandin.