Tabeleya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat daliqandin

Tabeleya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat daliqandin

Li Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gel tabeleya bi Tirkî ya li ser navê şaredariyê nivîsandî, tabeleya bi Kurdî ya bi nivîsa "Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê" hat daliqandin.

Li Amedê, gelek şaredarî di çarçoveya şaredarvaniya pirzimanî de bi zimanên Kurdî, Suryanî, Tirkî, Îngilizî, Ermenî û Erebî xizmetên xwe dikin.

Di vê çarçoveyê de li ketina avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tabeleya bi zimanê Kurdî ya bi nivîsa "Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê" hat daliqandin.