Tabloya hilbijartinê ya Başûrê Kurdistanê zelal dibe

Tabloya hilbijartinê ya Başûrê Kurdistanê zelal dibe

Li Herêma Kurdistana Federal, li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentê yên 21'ê Îlonê PDK li pêş e. Di van hilbijartinan de ku YNK'ê derbek giran xwar, Goran di rêza duyemîn de cih girt. Tê dîtin ku li gorî hilbijartinên 1992 û 2005'an dengên PDK'ê kêm bûne.

Di 21'ê Îlonê de bang li 2,8 milyon hilbijêran hat kirin ku ji bo nûkirina parlamentê biçin ser sindoqan. Ji sedî 74 ê hilbijêran dengê xwe bikar anîn û zêdeyî 30 partî li ber xwe dan. Li gorî encamên despêkê yên ne fermî, mîna ku dihat payîn PDK ya bi serokatiya Mesûd Barzanî li pêş e.

YNK ya yekemcar bêyî 'Mam Celal' beşdarî hilbijartinan bû, erozyona dengan jiya. Hevrikê wê Goran jî serketina xwe ya sala 2009'an di van hilbijartinan de jî nîşan da.

Li gorî encamên destpêkê yên di malpera Rûdawê de hat dayîn, PDK ji sedî 38,7, Goran ji sedî 23,26, YNK ji sedî 16,84, Yekgirtû ji sedî 10,1, Komel ji sedî 6.52 û partiyên din jî ji sedî 4,49'ê dengan wergirtin.

YNK û PDK'ê di hilbijartinên 2009'an de bi tifaq cih girtibûn û bi rêjeya ji sedî 57,37'an piraniya 111 kursiyên li parlamentê bi dest xistibûn. Tevgera Goran a ji nava YNK'ê derket holê jî, ji sedî 23,72 dengan bi dest xist û veguherî partiya bingehîn a mûxalefetê.

Di hilbijartinên 30'ê Çileya 2005'an de tifaqa PDK-YNK'ê 104 kursî bi dest xistibû. Di hilbijartinên 1992'an de PDK'ê ji sedî 45 û YNK'ê jî ji sedî 43 ê dengan wergirtibûn.

Li gorî texmînan, di encama hilbijartinên 2013'an de PDK dê 40 ê kursiyên li parlamentê bi dest bixe. Dibe ku YNK 6 kursiyan winda bike û 18 kursiyan qezenç bike û tevî ku dengê tevgera Goran zêde bû jî, tê payîn kursiyekê winda bike û bibe xwedî 24 kursiyan. Lê belê ev windahî girîngiya Goran kêm nake.

DIBE KU PÇDK PARLAMENTEREKÎ BIŞÎN

Li Herêma Kurdistana Federal, PÇDK yekemcar beşdarî hilbijartinan bû. Dengên bi dest xistiye hînê zelal nebûye, lê belê çavkaniyên nêzî PÇDK'ê dibêjin partî dikare parlamenterekî bişîne parlamentê. 

Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya piştî hilbijartinan de bang li her kesî kir ku hurmetê nîşanî encamên hilbijartinê bidin û got, "Serketina hilbijartinê serketina Herêma Kurdistanê, desketiya mezin a gelê me ye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî jî da xuyakirin ku qezençkirina hilbijartinan ji bo wan gelekî girîng e û destnîşan kir ku ev serketin peyamek e hem ji bo hundir hem jî ji bo derve.

PDK DIXWAZE LI GEL YNK'Ê HIKÛMETÊ AVA BIKE

Tê payîn encamên fermî di rojên pêş de bên aşkerakirin. Lê belê tê gotin ku hikûmeta nû jî dê ji aliyê PDK'ê ve were damezrandin. Sekreterê Polîtburo ya PDK'ê Fazil Mîranî ji niha ve diyar kir ku ji bo hevalbendê hikûmetê ew YNK'ê dixwazin. Mîranî got, "PDK dê dest ji YNK'ê bernede."

YNK DIXWAZE DAWÎ LI TIFAQA STRATEJÎK BÎNE

Lê belê YNK di mehên dawî de hîn bêtir di nava xwe de li tifaqa bi PDK'ê lêpirsîn dike. Rayedarekî YNK'e Dilşad Abdûrrahman destnîşan kir, ku divê êdî YNK dawî li "hevkariya strajîk" a bi PDK'ê re bîne.

Di daxuyaniya ji aliyê YNK'ê ve hat dayîn de hat ragihandin, ku dê li pêşberî vîna gel bi hurmet bin. Li gorî PUKMedîa Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Alî da xuyakirin ku partiya wî hurmetê nîşanî vîna gel dide û encamên hilbijartinê qebûl dike. Berdevkê Polîtburo ya YNK'ê Azad Cûndiyanî jî anî ziman ku ewê di nava vê hefteyê de bicivin û nirxandinekê bikin.

Endamê Polîtburo ya YNK'ê Dilşad Abdûrrahman ji Rûdaw re axivî û diyar kir ku ew pêşniyara tifaqê ya PDK'ê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, "Divê YNK bi awayekî zelal ji PDK'ê re bêje em êdî tifaqa stratejîk a li gel we dewam nakin. Ji ber ku ev peyman divê xwedî hevsengiyekê be." Li gorî Abdûrrahman divê YNK ya li mûxalefetê bimîne yan jî hikûmeteke ji koalîsyoneke berfireh ava bike.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Berhem Salih di nava meha Tebaxê de daxuyaniyek dabû û diyarkiribû ku tifaqa YNK û PDK'ê rê li ber "desketiyên mezin" vekiriye û destnîşan kiribû ku divê YNK êdî ji rewşeke "pêvek" a PDK'ê xwe rizgar bike. Li gorî Salih, sîstema partî ya heyî li Herêma Kurdistana Federal bersivê nade guherînên civakî.

Li Başûrê Kurdistanê partî bi giranî li gorî lîderên xwe rêk û pêk dibin û dimeşin. Hilbijêr jî di şûna platformên siyasî de berê xwe didin kesan. Ev hilbijartin bû yekemîn hilbijartinê herî bêdeng û bêbûyer ên Başûrê Kurdistanê. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê hem ji ber beşdariyek xurt hem jî ji ber aramiya dengdanê kêfxweşiya xwe anî ziman. Di dema kampanya hilbijartinê de li dijî tevgera Goran û PÇDK'ê êrîş rû dabûn. Di mijara fenên di dema bikaranîna dengan de ji gelek buroyên dengan gilî hatibûn kirin.