Tabûra Bêcih gef li ciwanên Roboskiyê xwar
Tabûra Bêcih gef li ciwanên Roboskiyê xwar
Tabûra Bêcih gef li ciwanên Roboskiyê xwar
Malbat û ciwanên Roboskiyê ji bo “Rapora Qilabanê” ya Meclisa Tirk protesto bikin ber bi Tabûra Bêcih ve meşiyan, alîkarê fermandar gef li wan xwar
Malbatên Roboskiyê û dostên wan ji bo protesto kirina rapora “Komîsyona Qilabanê” li gundê Bêcih meş li darxistin û li goristanê jî daxuyanî dan çapemeniyê. Di demjimêrên şev yên heman rojê jî ji navenda gund ber bi Fermandariya Tûgaya Bêcihê ve meşiyan. Leşker û cerdevana xwest mudaxeleyî çalakiyê bikin. Piştî rageşiya rû da, ciwana dest bi meşê kir.
Berdevkê ciwana da diyarkirin ku, li ber tabûrê gef li wan xwarine û wêneyên wan kişandine. Her wiha ragihand ku, ji wan re gotiye “Em dê malbatên we bixin tabûrê.”
Piştî bûyerê 4 malbatên ku tevlî çalakiyê nebûyîn anîn tabûrê, ew dane zorê ku belgeya li ser “Zarokên me tevlî çalakiyê bûne û kevir avêtine leşkeran” nivîsî îmze bikin. Leşkeran gef li 4 malbatan kir ku “Zarokên xwe neşînin tiştên bi vî awayî”. Hate ragihandin ku, malbatan belge îmze nekirine.