Tabûra YPJ'ê ya 5'emîn hate îlankirin

Tabûra YPJ'ê ya 5'emîn hate îlankirin

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tabûra xwe ya 5'emîn, bi navê “Tabûra Şehîd Dîcle” li Kobanê bi merasimekê îlan kir.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) piştî  Efrîn, Dirbêsiyê, Dêrik û Qamişlo tabûra xwe ya 5'emîn, bi navê “Tabûra Şehîd Dîcle”, li Kobanê bi merasimekê îlan kir.  Di merasimê de li ser navê Tabûra Şehîd Dîcle Rûken Ehmed axivî û bal kişand ser rola jinan a di dîrokê de. Ehmed da zanîn ku, jinan îro jî di nava hemû beşên civakê de cihê girtiye.

Ehmed  destnîşan kir ku, YPJ wê parastina hemû jinên Rojavayê Kurdistanê bike, wê  mîna çeka jinan a li dijî hemû êrîş û siyasetên li dijî îradeya jinan tevbigere.