Talîban: Em ketin nav artêşa Efxana de

Talîban: Em ketin nav artêşa Efxana de

Li Efxanîstanê serokê rêxistina Talîbana Mela Omer piştî demek dirêj daxuyaniyek da. Omer got, endamên Talîbana ketine nava artêşa û polîsên Efxana de, her wiha windahiyên mezin dane hêza koalîsyona ya di rêbertiya DYA’yê de.

Mela Omer ku beriya Cejna Remezanê ji saziyên çapemeniyê re peyamek şand û bang li endamên Talîbana kir ku, jiyan û mulkê Efxanên sivîl biparêzin. Weke din Omer diyarkir ku, Talîban ketine nav teşkîlata polîs û artêşe û got, dê ji niha pêve çalakiyên wan zêdetir bibin.

Bi awayê ku daxuyaniya Mela Omer piştrast bike, duh li bajarê Ferah yê dikeve rojavayê Efxanîstanê kesekî ku unîformayên aydî hêzên ewlekariya netewî ya Efxanan kirî ber xwe, ragihand ku 2 leşkerên DYA’yê kuştine. Berdevkê Hêzên Alîkarî û Ewlekariya Navnetewî (ÎSAF) Jamie Graybeal beriya 5 rojan aşkera kiribû ku, êrîşa li bajarê Kînîsk yê vîlayeta Ferahê ji aliyê erkdarekî ewlekariya Efxan yê ji bo programa perwerdeya koalîsyona navnetewî hatiye pejirandin, hatiye pêkanîn.

Li Efxanîstanê ji serê sale heya niha, ji aliyê êrîşkarên bi unîformayên aydî hêzên ewlekariya netewî ya Efxan ve 36 leşkerên NATO hatine kuştin.