Tamîliyên ji Îngilîstanê tên dersînorkirin tên îşkencekirin

Tamîliyên ji Îngilîstanê tên dersînorkirin tên îşkencekirin

Hat ragihandin ku Tamîlîyên ku bi darê zorê ji Îngilîstanê tên dersînorkirin, Srî Lankayê li rastî îşkenceyên giran tên.

Penaberek a/ê Tamîlî ku beriya salekê bi darê zorê ji Înglîstanê bi darêz zorê şandin Srî Lankayê diyar kir ku çawa ew li Srî Lankayê peya bû, hat binaçvkirin û 17 rojan di îşkenceyê de ma. Sedema îşkenceyê jî balkêş e: Der barê binpêkirinên mafan ên li Srî Lankayê de agahî daye Îngilîstanê û bi vî awayî zirarê daye têkiliyên Srî Lanka û Îngilîstanê.

Mexdûr xwest ku navê wê/wî tenê weke Harî bê nivîsandin û diyar kir ku ew tev 20 Tamiliyan di hezîrana 2011 de ji Îngilîstanê hatine dersînorkirin.

Harî diyar kir ku piştî ew gihiştiye Srî Lankayê hatiye binçavkirin û hatiye îşkencekirin. Ev pêkanîn ji aliyê rojnameya The Guardian ve bi belgeyan hat piştrastkirin.

Piştî ku Harî xwe cara duwem jî gihand Îngilîstanê, ji aliyê bijîşkên Îngilîz ve hat piştrastkirin ku Hari li rastî îşkenceyê ahtiye. Wezareta Navxweyî ya Îngilîz îdîa dike ku Tamilî êdî dikarin vegerin Srî Lankayê.