Tan: Dema Yewnan hatin ber Enqereyê em wek hev bûn, niha na

Tan: Dema Yewnan hatin ber Enqereyê em wek hev bûn, niha na

Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan bersiv da gotinên Parlementera CHP’ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Guler ên bi awayê “Nabe neteweya Tirk û miletê Kurd wekhev bin” û got: “Xanima hêja, gava Yewnan heta ber deriyê Enqereyê hatin em wekhev bûn, çima em piştî wê ne wekhev in.”

Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, Alîkara Hevserokên Giştî yên BDP’ê Meral Daniş Beştaş, Cîgira Şaredarê Amedê Hafize Îpek, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Înan Kizilkaya ji bo banga tevlîbûna kongreya BDP’ê ya ku dê roja şemiyê bê lidarxistin bikin, daxuyanî dan. Piştî axaftinan, Parlementer Altan Tan bersiv axaftinên Parlementera CHP’ê Bîrgul Ayman Guler ê bi awayê “Nabe neteweya Tirk û miletê Kurd wekhev bin” û got:

"Di raya giştî de parlementerek daxuyaniyek daye û dibêje gelên Tirk û Kurd ne wekhev in. Ez dixwazim bi van gotinan bersivê bidim: Xanima hêja, gava Yewnan heta ber deriyê Enqereyê hatin em wekhev bûn, çima em piştî wê ne wekhev in. Bila hinek dîrokê ji xwe re bixwîne. Bila li zabitên 1’emîn Meclîsa Gel a Mezin binêre û bixwîne.  Ew bi xwe parlementer e. Hemû li Enqereyê hene. Kî bi kê re bira ye, kî bi kê re wekhev e, kî bi kê re çi  kir? Hemû li wir hene. Ger ew bi xwe nikare xwe bigihîne wana ez ê jêre bişînim. "

Alîkara Hevserokên Giştî yên BDP’ê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku  li hemberî zextên bi salan berdewam dikin li ser piyan mane û got: “

"Ger partiya desthilat jî bûya, nedikar xwe li ber evqas zext, binaçvkirin û girtina bigire. Lê em hêza xwe ji gel dirin û em li ser piyan man. Em ê vê yekê bidomînin.”
Beştaş diyar kir ku derdora 9 hezar endamên partiyê girtî ne û tên darizandin û bang li hemû gel kir ku tevî kongreya ku dê roja şemiyê li salona Sporê ya Seyrantepeyê bê lidarxisitn bibin.